1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fîlmên Kurdî wê li Stenbolê werin nîşandan
Fîlmên Kurdî wê li Stenbolê werin nîşandan,fîlmên,kurdî,wê,li,stenbolê,werin,nîşandan

Fîlmên Kurdî wê li Stenbolê werin nîşandan

Kolektîva Sînemayê ya Mezopotamyayê festival Filmên Kurdî ya Stenbolê lidar dixe û wê ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarbûn çêbibe. Wê fîlmê 14’ê Tîrmehê ku berxwedana zîndana Amedê vedibêje, jî di festivalê de were nîşandan

A+ A-

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Stenbolê wê 6’ê Adarê destpê bike û heya 10’ê Adarê berdewam bike. Festîval ji aliyê Kolektîfa Sînameya Mezopotamyayê ve tê organîzekirin. Fîlmên festîvalê wê li hêwana Elmedagê ya Stenbolê ya Kolektîfê were nîşandan. Di festîvalê de bi giştî wê 34 fîlmên dirêj, kin û dokumanter werin nîşandan.

Derhêner û rêkxerê festîvala fîlmên Kurdî ya Stenbolê Veysî Altay diyar kir ku wê derdora 25 derhêner tevlî festîvalê bibin. Her wiha dazanîn ku wê fîlm werin nîşandan û paşê jî rexne û nêrîn li ser werin girtin û gotûbêjkirin. 

Hinek fîlmên ku di festîvala film de werin nîşandan wiha ne;

-Fîlmê dirêj ê Ender Ozkahraman ê bi navê ''Biryareke zor'', derhêner jî wê hazir be.

-Derhênerê fîlmê “Di Navberê De” (Arada) Alî Kemal Çinar, wê ji Amedê were.

-Ozcan Alper ê ku anîmaasyona ê têkilî Sûrê ''Kavil'' çêkirî.

-Ji Rojhilat derhênerê fîlm ê Jîna bê jiyan, Kaveh Moeînfar

-Fîlmê Zagros ê Sahîm Omar Kalîfa, ku gelek xelatên navnetewî standiye.

-Fîlmê 'Bîr' ku çîroka Dayikên Şemiyê û nebediyan dibêje.

'Efsaneya Kralê Nexweşik' ê Huseyîn Tabak,

-Fîlmê ''14'ê Tîrmehê' yê Haşim Aydemîr,

-Ê Husseîn Hasan “Reşeba”,

-Ê Alî Guler “Şeva Xîzê”

-Ardîn Dîren, ''Her malek dibistanek''

-Her wiha fîlmên ku Komûna Fîlman a Rojava girtî jî wê li festîvalê amade bin.

Rojnews(bz)