GUR Û LEGLEG,gur,û,legleg

GUR Û LEGLEG

A+ A-

LA FONTEN / Werger: Memê Miksî

 

 

 

Heçî ku ev gur hene 
Ketiyên devên xwe ne

Yek hat û çû wê rojê
Hin mabû ketî dojê

Li geryê mabû hestî 
Tiştek nedhat ji destî

Ne deng dihat ne orrîn
Çav zîq mabûn li jorîn

Dît Leglegek hat raser
Dest kir hem lêhejand ser

Legleg li ba gur dada 
Bû çiyayê mirada

Xwe dahelend devê gur
Nikil bir heta stukur

Derxist hestî ji gerî 
Gur anî rewşa berî

Dû re leglek ji gur xwest
Ji bo vî karî heqdest

Gur got: Tu çi dibêjî ?
Ey cahilê bêmejî 

Min ku rehm bi te anî
Bêguman pê nizanî

Esil ez bûm qenc û baş
Serê te nekir ji laş

Îcar tu bike şikir
Biqeşte here ji vir.

Dîroka wergera kurmancî: 30.04.2019


Bêjeyên Miftehî