1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Gefên Tirkiyê ya li ser Şengalê propagandaya referandumê ye’
Gefên Tirkiyê ya li ser Şengalê propagandaya referandumê ye’,gefên,tirkiyê,ya,li,ser,şengalê,propagandaya,referandumê,ye

Gefên Tirkiyê ya li ser Şengalê propagandaya referandumê ye’

Parlamentera YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Geşe Dara ragihand ku eger êrîşa ser Şengalê çêbibe, divê Hikûmeta Herêmê, Bexda û Neteweyên Yekbûyi helwest nîşan bide. Endama Odeya Têkiliyên Siyasi ya Tevgera Goran Saz Ebdullah ji got: “Gefên Tirkiyê ya li ser Şengalê propagandaya ji bo referandumê ye.”

A+ A-

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Heftiya buhrî medya Tirk ragihandibû ku dewleta Tirk ji bo operasyona bi navê ‘Mertalên Dîcle’ ya ji bo dagirkirina Şengal û Telaferê, hemû amadekariyên xwe temam kirine. Li hember wê ji nerazîbûnên çîn û pêkhatiyên cûda yên Herêma Kurdistanê her diçe zêde dibe.

 

Têkildarî wê Parlamentera YNK’ê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Geşe Dara ji ajansa me re axivî û got: “Em hemû dizanin ku Êzidî Kurdin û li ser axa xwene. Ew ji piştî 73-74 fermanan karîn xwe biparêzin. Ji ber wê niha ti hêz û dewletek nikare tine bike û daxuyaniyên wan weke xalek biçûke.”

 

Her wiha Geşe Dara got: “Eger tiştek wisan rûbide, divê hemû aliyek  xwedî helwest be. Ev binpêkirina yasaya navnetewî û serweriya xaka Iraqêye. Ji ber wê divê Hikûmeta Herêmê û Bexda bibin xwedî helwest û qebûl nekin ku Tirkiye were serweriya xaka Iraqê binpê bike.”

 

 

Geşe Dara destnîşan kir ku divê helwesta Neteweyên Yekbûyi  hebe û gelê Kurdistanê  qebûl neke ku  dewleta Tirk were nav xaka Kurdistanê.

 

Geşe Dara axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye di odeyek girtî de ala Herêma Kurdistanê hil dide. Lê  li aliyek din  ji bo hildana ala Kurdistanê  neraziye.”

 

Li aliyek din ji Endama Komîteya Tirkiye ji bo Derve û Endama Odeya Têkiliyên Siyasiyên  Tevgera Goran Saz Ebdullah ji ev axaftin kir: “Ev demeke Tirkiye gefan li Kurdan dixwe  û êrîş dike ser Kurdan û ti gefên Tirkiye bi encam nebûye. Gefên Tirkiyê dewame, ewane hemû propagandaye. Ji bo di referandumê de dengên zêde bîne û ber bi dîktatoriyê ve biçe, van gotinan dike.”

 

Saz Ebdullah wiha domand: “Ev gefane ne pêktên û ne ji ser dikevin. Ji ber ku mijara Kurd her diçe pêş dikeve, şervan jî ber bi paytexta DAIŞ’ê Reqayê ve pêş dikeve û wê azad bikin. Ev jî ji bo pirsgirêka Kurd û şervanan serkeftinek mezine.”

 

 

Di dawî de Saz Ebdullah ev gotin kir: “Li Tirkiyê azadî hatiye zeft kirin, Erdogan dest bi girtinê kiriye. Ev ji xirabiya Erdogan dide diyar kirin û desthilatdariya wî lewaz dike.”

 

(rn)