1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Şengalê: Hêzên desthilatdar nikarin bi êrîşên xwe me tûne bikin
Gelê Şengalê: Hêzên desthilatdar nikarin bi êrîşên xwe me tûne bikin,gelê,şengalê,hêzên,desthilatdar,nikarin,bi,êrîşên,xwe,me,tûne,bikin

Gelê Şengalê: Hêzên desthilatdar nikarin bi êrîşên xwe me tûne bikin

Bi boneya êrîşên balefirên dagirker ên Tirkiyê li ser Şengalê bi tevlîbûna tevahî pêkhateyên Êzidî civînek hate lidarxistin û gel diyar kirin wê Tirk-PDK’ê bi êrîşên xwe nekaribin me tûne bikin

A+ A-

 

ŞENGAL/ ROJNEWS


Gelê Êzidî û hemû pêkhateyên wê bi boneya şermezarkirin û rewşa dawî ya Şengalê civînek hate lidarxistin. Civîn li navenda Meclîsa Avake ya Şengalê bi orgazîne kirina Meclîsê hate organîzekirn.

 

Piştî êrîşên 3'ê Adarê li bajarokê Xanesorê û herî dawî di 25'ê Nîsanê de êrîşên balefirên artêşa Tirk û hevkariya PDK'ê çiyayê Şengalê bombabaran kir. Gelê Êzidî destnîşan kir ku ewê yekitiya xwe bi hêzên desthilatdar bide nîşadin ku hûn çiqasî êrîşî me bikin jî hûn nikarin me tune bikin.

 

Di destpêka civînê de Serokê Meclîsa Avakar a Şengalê Xidir Salih axivî û balkişand ser êrîşên hêzên dagirkeran ên li ser Şengalê û wiha got: "Ji bo ku em xweseriya nedin avakirin, wê heya ji destê hêzên desthilatdar were wê bi her awayî êrîşî xaka meya pîroz bikin. Ji bona carek din em nebin qurbaniyên van êrîşan û gelê me yên qetilkirin, divê em weke hemû gel û pêkhatiyên gelê Êzidî bi yekitiyek hîn xurtir. Ji bo van êrîşan re helwestek xurt, bi vîna xwe ya azad, em bi rêxistinkirinê xwe ji wan re bêjin; Hûn nikarin gelê Êzidî ji xaka wan ya pîroz Şengalê bi polîtikayên xwe koçber bikin.”

 

 

Herî dawî jî Xidir Salih wiha got: “Emê bi rêxistinkirin, perwerdekirin û vîna xwe ya azad, emê bersiv bidin dijminan û em dibêjin hûn êdî mîna berê nikarin me qetil bikin.”

 

Li ser navê YBŞ/YJŞ'ê Zerdeşt Şengalî jî axivî û diyar kir ku bila hêzên dagirker bizanibin êdî hêza Êzidiyan a wan biparêzin heye û got: “Hêza me ya xwe parastinê YBŞ û YJŞ heye, êdî bila tu hêzê xwe nexapîne ku bi êrîşên xwe wê gelê me bitirsîni. Ji ber ku gelê me jî dizanin îro ji bo parastina nirxên wan keç û lawên wan bi vîna xwe ya azad xwe dinava YBŞ û YJŞ'ê de xwe rêxistin û perwerde dikin ku heya dilopa xwîna wan heye wê xaka pîroz Şengalê bi parêzin. Hêzên me wê gundewarên ku di destê hêzên desthilatdar de ne wê rizgar bikin û heta dawî yê gelê Êzidî bi parêzên.”

 

 

Li ser navê PADÊ jî Melîha Murad di destpêka axiftina xwe de mizgîniya fermîbûna Partiya Azadî û Demokarat ya Êzîdiyan (PADÊ) da gelê Êzidî û wiha got: “Gelê Êzidî êdî bi fermî bi dengê xwe ji vir û şûnde wê tevlî parlamana Iraqê bibe.”

 

 

Melîha Murad di dawiya axivtina xwe de ev tişt got: “Hêzên desthilatdar nikarin vîna gelê me bişkînin û heya ji me were emê ji bo gelê xwe bi fedekariyek mezin kar û xebatên xwe bidin meşandin.”

 

 

 

(rn)