1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Şengalê bi şahiyekê pîrozbahî li PADÊ´ê kir
Gelê Şengalê bi şahiyekê pîrozbahî li PADÊ´ê kir,gelê,şengalê,bi,şahiyekê,pîrozbahî,li,padê,ê,kir

Gelê Şengalê bi şahiyekê pîrozbahî li PADÊ´ê kir

Welatî û saziyên Şengalê ji bo pîrozbahiya li PADÊ´ê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve fermî hatiye qebûlkirin, li ber avahiya PADÊ´ê şahiyek li dar xistin

A+ A-

ŞENGAL/ ROJNEWS 


Piştî Partiya Azadiya û Demokratiya Êzidiya (PADÊ) ji aliye hikûmeta navendî ya Iraqê ve hatî qebûl kirin îro bi wê boneyê li ber avahiya PADÊ şahiyek girseyî hate lidarxistin.

 

Şahî bi deqek rêzgirtin ji bo cangorêyen azadiyê hat destpêkirin. Di şahiyê de gelek sazî û rêxistinên Şengalê amedebûn û peyam û keyfxweşiyên  xwe anîn ziman. Ala  PADÊ û ya Iraqê bi hevre hatine daliqandin.

 

Serokê PADÊ Qehtan Elî dest bi axaftina destpêkê kir, xêrhatina hemû mêvana kir û keyfxweşiya xwe anî ziman. Li ser navê Meclisa Avaker ya Şengalê Xidir Salih, li ser navê mala Êzidiyan Mam Salih Derwêş,li ser navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê Zerdeşt Qîranî, lI ser navê TAJÊ Kurdê Elî, li ser navê Saziya Malbatên Şehîda-SMŞ’ê Xezal Xidir û dayika Surî Xelef, li ser navê saziya perwerdê Mamosta Merwan Xidir axivîn û pîrozbahî li tevahiya gelên amade û bi tayebet li PADÊ kirin.

 

Li ser navê saziya malbatên Şehîdan (SMŞ) û saziya perwerdê ve diyarî ji bo PADÊ hatin pêşkêşkirin.

 

Di dawiyê de oldarê Êzidî Xelîl Sehdûn axivî û banga tifaqê li gel û kesên amadekir.

 

Şahî bi tilîliyên dayika, gerandina govendê bi dawî bû.