1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HUNERHEZÊN KURD HESTÊN HERÎRÎ Û URYAN VEDIJÎNIN
HUNERHEZÊN KURD HESTÊN HERÎRÎ Û URYAN VEDIJÎNIN,hunerhezên,kurd,hestên,herîrî,û,uryan,vedijînin

HUNERHEZÊN KURD HESTÊN HERÎRÎ Û URYAN VEDIJÎNIN

Li bakurê Kurdistanê xebatên çand û hunerê pêl bi pêl belav dibin

A+ A-

Du komên evîndarê çand û hunera Amedê, Koma Helbestê û Koma Xwendinê li Beşa Çand û Hunerê ya Şaredariya Licê, berhema helbestvan Siltan Yaray a bi navê "Bêyî Te" nirxandin. 

 

Di destpêka bernameyê de moderator Mordem Zel li ser çand û dîroka Licê axivî û balê kişand ser kevneşopiyên bav û kalan, a dîroka Licê ya kevnar û got; divê giyana hemû ciwanên kurd bi çanda folklora kurd bê neqişandin. Her weha Zel behsa şopên mirovên serdema neolîtîk jî kir û got; Licê, di warê şaristaniyê de yek ji cihên herî girîng e.

 

Piştî axaftina Mordem Zel, yek ji rêveberên Koma Helbestê ya Amedê helbestvan Roza Metîna mafê axaftinê girt û got; Em weke Koma Helbestê ya Amedê hewl didin li her deverên Kurdistanê bernameyên çandî û wêjeyî li dar bixin û zêdetir balê bikêşînin ser xebatên xwe. Her weha Metîna got; ji bo xebatên baştirîn, divê sazî û dezgehên me piştgiriyê bidine xebatên bi vî rengî û li çand û hunerhezên kurd xwedî derkevin.

 

Endamê Koma Xwendinê ya Amedê Sevgul Şaşmaz jî li ser navê koma xwendinê mafê axaftinê girt û balê kişand ser girîngiya zimên. Şaşmaz got; heta niha wan nirxandina gelek berhemên nivîskarên kurd kirine û ew ê bernameyên xwe her tim bidomînin.

 

Helbestvan Siltan Yaray jî, di derbarê berhema xwe ya bi navê "Bêyî Te" de axivî û got; her kurd berhemek e, her berhem gencîneyek e. Divê em di her şert mercan de bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û bijîn.

 

Piştî axaftina Yaray, helbestên wê hatin nirxandin û xwendin. 

 

Hevşaredarê navçeya Licê ya Amedê Tarik Mercan jî, li ser navê şaredariyê spasiya xwe ji mêvanan re kir û got; em hêvî dikin hatina herdû komên me yên Amedê bibe wesîleya xebatên baştirîn.

 

Piştî axaftinan helbestvan Siltan Yaray ji bo beşdarvanan pirtûkên xwe destnîşan kir û herdû kom tevî xebatkarên şaredariyê derbasî Şikeftên Birqleynê bûn.

 

Li Şikeftên Birqleynê bi pêşengiya hevşaredar Tarik Mercan xebatkarên şaredariyê paqijiya hawirdorê kirin.

 

Endamên Koma Helbestê û Xwendinê yên Amedê jî, li şikeftên dîrokî yên Birqleynê bi hestên Elî Herîrî û Baba Tahirê Uryan dîroka wêjeyê ji nû ve zindî kirin.

 

Bername, bi xwendina klamên dengbêjiyê û folklorîk bi dawî bû.

 

Amîda Kurd/Licê