HYPATÎA,hypatîa

HYPATÎA

A+ A-

P.z. salên 400î, ango beriya 1600 salan bavek bang li keça xwe dike û dibêjê: ”Hemû olên dogmatîk bi şaşiyan dagirtî ne û divê ji aliyê kesên rêza wan ji xwe re heye ve, wekî rastiya dawî neyêne pejirandin. Tu divê mafê xwe yê hizirandinê her dem bikar bînî, lewra hizirandina şaş jî, ji nehizirandinê çêtir e.

 

Xwediyê van gotinan bavê Hypatîayê, matematîkzan Theon e ku li Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê dersên felsefe, matematîk û astronomiyê dide.

 

Hypatîa, li ba bavê xwe, wekî hevaleka bavê xwe mezin dibe, digihîje û zanistê ji bo xwe dike rêber. Hypatîa nêrînên xwe yên derbarê olan de bi kurtî wiha vedibêje: ”Çîrok divê wekî çîrokan û mîtolojî divê wekî mîtolojiyan bêne vegotin. Tu tiştekî bi qasî hînkirina baweriyên vala wekî rastî bin, ne erjeng e. Mêjiyên zarokan van çîrokan wekî rastî bin digirin û bawerî bi tiştên şaş tînin. Piştre pir çetin e mirov xwe ji van baweriyên şaş bişo, salên pir dirêj divê ji bo pakbûnê. Mirov, wekî rastî bin, bawerî bi tiştên şaş tînin û ji bo wê şer dikin. Herî zêde jî ji bo baweriyên şaş şer dikin. Lewra baweriyên vala ewçendî vala ne ku, pûçkirina wan jî, hema hema ne pêkan e.”

 

Hypatîa ji aliyê kevneperestên wê demê, xirîstiyanên Kiptî ve bi keviran tê kuştin û gotina wê ya ”Tiştên me dikine yek, ji tiştên me ji hev diqetînin zêdetir in. Em hemû xwişk û birayên hev in.” jî, nikare rê li ber kevirkirina wê û kuştina wê bigire.  

 

Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî