1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hediye Yûsif: Gel dîroka xwe nivîsand
Hediye Yûsif: Gel dîroka xwe nivîsand,hediye,yûsif,gel,dîroka,xwe,nivîsand

Hediye Yûsif: Gel dîroka xwe nivîsand

A+ A-

SÎPAN SILO-RÊNAS REMO

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif anî ziman ku hilbijartin biserkeftî derbas bûn û got ku ev yekem care li Sûriyê gel dîroka xwe bi destê xwe dinivîsne.

ʺDi dîroka Sûriyeyê de cara yekemîne ku gel bi îradeyeke azad nûnerên xwe hildibijêre. Gelek aliyên herêmî xwestin li pêşiya hilbijartinan bibin asteng. Bi têkoşîna gel ev hilbijartin serkeftî pêk hat.ʺ Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif xebatên hilbijaritnan û pêkanîna wan ji ajansa me (ANHA) yê re nirxand.

`Gel gotina xwe got`

Di nirxandina Hediye Yûsif a hilbijartinan de hat gotin ku gel li hemberî hinek aliyên dixwestin li pêşiya hilbijartinan bibin asteng dengê xwe bilind kir û gotina xwe kir wiha pê de çû: ʺGel berê xwe da sendoqên hilbijartinan û bi îradeyeke azad û ji fikrê partî û siyasî dûr nûnerên xwe hilbijartin.ʺ

Hediye Yûsif di nava gotinên xwe de anî ziman ku hilbijartin li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê çêbû û her wiha li hin herêmên biçûk ên di destê rejîma Sûriyê yên herêma Cizîrê jî pêkhatin û ev tişt got: ʺHilbijartin li hin herêmên biçûk ên herêma Cizîrê ku di destê rejîma Sûriyê de ne jî çêbû. Her çi qasî rejîma Sûrî gef li gel xwar, dîse gel netirsî û bi wêrekî sendoqên xwe danî û dengê xwe bikaranîn.ʺ

Têkildarî vê mijarê Hediye Yûsiv anî ziman ku rejîma Sûriyê berî hilbijartinan xwest ku girîngiya hilbijartinan lewaz bike û wiha dom kir: ʺDi hilbijartinan de beruvajî vê yekê çêbû. Gel bi berpirsyar nêzî hilbijartinan bûn. Ji heyecana gel diyar bû gel biryar daye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê paşeroja xwe bi îradeya xwe xêzbikin.ʺ

Di nava gotinên Hediye Yûsiv de hat gotin ku bi giştî welatiyên dikarîbûn dengê xwe bikarbînin tevlî hilbijartinan bûn û %90 welatiyên Bakurê Sûriyê tevlî hilbijartinan bûn.

`Di aliyê ewlekariyê de tu pirsgirêk derneket`

Hediya Yûsiv têkildarî ewlekariyê û kesên ser sendoqan jî wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺHêzên ewlekariyê erka xwe ya parastina lidarxistina hilbijartinan pêk anîn. Di mijara ewlehiyê de tu pirsgirêk derneketin. Yekîtiya Mamosteyan jî bi hemû mamosteyên xwe li ser sendoqan bûn û ji tenê hinek pirsgirêkên biçûk derketin holê. Karê wan jî biserkeftî bû û erka xwe pêk anî. Komseriya Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan a her sê herêman jî ji bo hilbijartin biserbikevin demek dirêj xebitîn.ʺ

Ji bo saziyên raghandinê jî Hediye Yûsiv wiha got: ʺEm hemû dezgehên raghandine ên hundirîn û derve ku hilbijartin şopandin û bi raya giştî re parvekirin, spas dikim.ʺ

`Hêzên navdewletî bêdeng bûn`

Hediye Yûsiv anî ziman, ku berî hilbijartin destpê bikin ti dewletên navdewletî li hemberî hilbijartinan neketin nava helwestekî neyînî û tu daxuyanî têkildarî hilbijartinan nehatin dayîn.

Nêzîkatiya hêzên navdewletî ji aliyê Hediye Yûsif ve wiha hat nirxandin:ʺ Bêdengiya hêzên navdewletî tê wateya ku qebûlkirine. Tenê hinek aliyên herêmî yên ku li dijî îradeya gel piştgiriya Tirkiyê û rejîma Sûriyê dikin dijminahiya xwe anîn ziman.ʺ

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: ʺMeclîsên herêmî û yên kantonan, gelê me cara yekemîn dîroka xwe bi destê xwe dinivisîne.ʺ

(np)

ANHA