1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara 3yem ya Yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” derket
Hejmara 3yem ya Yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” derket,hejmara,3yem,ya,yekem,kovara,derûnnasiyê,ya,bi,kurdî,psychology,kurdî,derket

Hejmara 3yem ya Yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” derket

Di hejmarên berê de kovar bi giranî li ser trawma, cûreyên wê, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û li ser dermankirina trawmayê rawestiyabû. “Psychology Kurdî” di vê hejmara xwe de jî bi giranî li ser van mijaran rawestiyaye

A+ A-

 

Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya bi zimanekî zanistî girîngiya zimên, xweza û aramiya derûniya zimên ji xwendevanan re rave dike.

Derûnnas Mesut UMAR bi nivîsa xwe ya “Istismar û Ihmalkirina Zarokan” bi hûrgilî behsa îstismar û îhmalkirinê, cureyên wê dike, bertek û encamên wê dide nasîn.

Bi Prof. Dr. Vamik D. VOLKAN re me hevpeyvîneke balkêş kir. Di vê hevpeyvînê de, em li ser mijarên şîn, şîna civakî, şîna sirûştî, şîna derûnnexweşî (psychopathological) û li ser dermankirina şînê axivîn.

Derûnnas Darius WINZER bi nivîsa xwe ya “Şîn û Şîna Normal” pêvajoya şîn û şînkêşiyê bi me dide nasîn û hevsengiya pêvajoya nû vedibêje.

Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya “Mirin, Windahî û Şîn di Jiyana Zarokan de”, danasîna têgehên mirin, windahî û şînê dike, ji bilî vê li gorî temenê zarokan bertekên mirin û şînkêşiyê bi me re parve dike.

Dermansaz Etman YAVUZ bi nîvîsa xwe ya “Şîn û Derman”ê pêdiviya dermanan û asta bikaranîna wan dinirxîne.

Prof. Dr. Cem KAPTANOĞLU bi nivîsa xwe ya ''Jêderên Erîşbarî û Tundiyê yên Takekesî''yê ya bi wergera Aydin RENGÎN bi zimanekî derûnkolînerî êrişkarî, tundî û êrişkariya wê ya siyasî bi me re parve dike.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Nexweşiya Sewesî û Zorlêtiyê - NSZ'' li ser cureyên sewesî û zorlêtiyê disekine û dermankirina vê nexweşiyê bi xwendevanan dide nasîn.

Prof. Dr. Melek GÖREGENLİ bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser derûnnasiya civakî û mijara kurdan bi me re ye.

Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ û Lêkolînêr Düzgün UĞUR bi nivîsa xwe ya “Piştgiriya Derûncivakî ya bi Zimanê Zikmakî” li ser civak û derûnnasiyê, di hevdîtinên derûnî de girîngiya zimên û piştgiriya derûncivakî ya bi zimanê zikmakî radiwestin.

Derûnnas Hemed Elî QOSERÎ bi nivîsa xwe ya “Fêrbûna Renc û Dijwar - FRD”ê  behsa pirsgirêkên xwendin, nivîsandin û hesabkirinê dike û rêûrêçikên çareseriyê nîşan dide.

Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Kêmasiya Baldariyê û Nexweşiya Hîperaktîwîteyê - KBNH'' li ser pirsgirêkên baldarî û hîperaktîwîteyê disekine û hûrgiliyên vê nexweşiyê bi me dide nasîn.

Derûnnas Gulistan BARIK bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs''ê li ser sedem, rêbaz û dermankirina vajînîsmûsê radiweste.

Kenan KEDKAR bi çîroka xwe ya “Pirtûkxane''yê behsa nexweşekî NSZê dike. Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de danasîna “Enstîtûya Derûndermanî û Derûntrawmayazanistiyê ya Zanîngeha Dihokê'' jî em bi we re parve dikin ku cara yekem e enstîtûyeke wisa li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.

       

                             Hûn dikarin Kovara “Psychology Kurdî” ji pirtûkfiroşan û ji malperên www.ajansjj.com, www.pirtukakurdi.com, www.kurtcekitap.com peyda bikin.