1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara 9. a “Psychology Kurdî” derket
Hejmara 9. a “Psychology Kurdî” derket,hejmara,9,a,psychology,kurdî,derket

Hejmara 9. a “Psychology Kurdî” derket

Hejmara 9em ya kovara derûnnasiyê “Psychology Kurdî” derket

A+ A-

Weke ku tê zanîn ev kovar, yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî ye û ji 4 mehan carekê diweşe.  Kovara derûnnasiyê di vê hejmara xwe ya nû de weke dosyayê cih daye “Jin û Derûniya Jinê”. Bi vê dosyayê xwestine ku mijar û pirsên nû têxin rojevê. Wekî din di hejmara nû de ji bilî dosyayê dîsa gotarên curbicur û balkêş cihê xwe digirin.

Di vê çarçoveyê de;

Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Derûniya Şidetê, Trawma û Çand” ya ku ji aliyê Abdulsıttar Özmen ve ji îngilîzî hatiye wergerandin, bi zimanekî zanistî behsa trawma û derûniya şidetê dike ku bê ka çawa çand; civak û nifşan dixe bin bandora xwe.

 

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Derûniya Jinan di Civaka Pederşahî de” li ser zayenda civakî û şideta derûnî ya li hemberî jinê radiweste û di derûniya jinan de rola faktorên takekesî û civakî rave dike.

 

Prof. Dr. Şahika YÜKSEL bi xebat, lêkolîn û nivîsên xwe yên derbarê jinan tê nasîn. Me jî di vî warî de bi berfirehî hevpeyvîneke dewlemend bo xwendevanên xwe amade kiriye.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCΠbi nivîsa xwe ya “Jin û Derûnkolînerî”yê behsa rol û bandora jinê di derûnkolîneriyê de dike, bê ka rola jinan di destpêk û avakirina derûnkolîneriyê de çi ye.

Derûnnas Siyabend ASLAN di nivîsa xwe de derûniya ducanîtiyê rave dike û nexweşiyên derûnbijîşkî yên ku di vê qonaxê de bêhtir tên dîtin vedibêje. 

Derûnnas Leyla NISÊBÎNΠdi nivîsa xwe ya “Terapiyên Femînîst” de, zanista serdest, di terapiyê de pirsgirêkên jinan û nirxandina wan, têkiliya zordariyên civakî û takekesî, tundiya zayendî û rêbazên terapiya femînîst nîqaş dike.

Derûnnas Rewşen REMAKΠbi nivîsa xwe ya “Zewaca bi Zaroktî û Pirsgirêkên Wê yên Derûnî” li ser pirsgirêkên zewaca bi zaroktiyê radiweste û zewaca pêşwext dinirxîne.

Derûnnasê Klînîkî Yusuf ATABAY bi ceribandina xwe ya “Têkiliya Zarok û Dayîkê” bi hûrgilî behsa têkiliya dê û zarokê dike û girîngiya vê rewşê berçav dike.

Pispora Xizmeta Civakî Gulperî GÜNDÜZ di nivîsa xwe ya “Zayenda Civakî, Femînîzm û Sepana Xizmeta Civakî ya Femînîst” de, li ser jin û têgehên ‘zayenda civakî’ û ‘zayenda biyolojîk’ sekiniye û piştre têkiliya zayenda civakî û feminîzmê û girîngiya sepana xizmeta civakî ya femînîst rave kiriye.

Ji bilî gotarên dosyayê gelek xebatên li ser mijarên curbicur hene.

Şêwirmendê Derûnî Erdal GÜL bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Baverîya Raya Haq de Motîfê Ana Fatma û Bingeyê Psîkolojîkê”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab ŞEHÎN bi “Taybetmendiyên Zarokên Astengdar yên ku Perwerdehiya Entegrasyonê DibîninDerûnnas Îsmaîl GÜVEN bi “Şîzofrenî”,  Derûnnas Isabella BÊRÎVAN bi “Psîkolojiya li Pişt Komkujiya Cadûyan a Serdema Navîn”, Hataw Ahmed SHARIF û Shwana Kanabi OMER bi “Arambûnewe (Xawbûnewe)”, Newroz Xebat YILDIRIM bi “Hûr Hûr Lêxin Govendê”, Antropolog Welat RAMÎNAZAD bi “Meymanperwerîya Dagirbîyayoxanî û Meşrukerdişê Dagirbîyayişê Înanî” û Sînemager Ferat KEVIR bi “Jin û Sînemaya Kurdan” bi me re ne û mêvanê beşa “Pirs  û Bersiv”ê Sînemxan BEDIRXAN e. 

Hûn dikarin hejmara nû li ser înternetê û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.