1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevseroka PADÊ: Em ê ti carî dest ji statuyê bernedin
Hevseroka PADÊ: Em ê ti carî dest ji statuyê bernedin,hevseroka,padê,em,ê,ti,carî,dest,ji,statuyê,bernedin

Hevseroka PADÊ: Em ê ti carî dest ji statuyê bernedin

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman destnîşan kir ku wê dest ji xweserî û statuya Şengalê bernedin, di vê oxirê de berxwedana xwe dewam bikin û got, wê serî li ber ti hêzê netewînin

A+ A-

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidxanê (PADÊ) Zehra Silêman bal kişand ser zext û êrişên Tirkiye, Iraq û hevkariya PDK’ê ya li ser Şengal û civaka Êzidî. Silêman diyar kir ku ew ê ji êrişan netirsin û xwe rêxistin bikin.

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman anî ziman ku êriş wan xurtir dike, wê ji bo xweserî û statûya Şengalê her tim li ber xwe bide, serî li ber tu hêzê netewîne û xwe radestî tu hêzê aliyan nake.

Silêman got, piştî êrişan keç û xortên Êzidî xurtir tevlî hêzên leşkerî YBŞ/YJŞ’ê bûne û xaka xwe wê biparêzin.

Zehra Silêman da xuyakirin ku êrişên li ser Şengal, Rojava û Mexmûr hemû di çarçoveya yek pilanê de tê amadekirin û birêvebirin.

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) Zehra Silêman destnîşan kir ku ew li ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û modela Modernîteya Demokratîk a Xweserî xwe ji nû ve avakirine û got: “Xweserî mafê Êzidî û hemû gelan e.”

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) Zehra Silêman sala 2021’ê, êriş û lîstikên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava, xwerêxistina civaka Êzidî ji ANF’ê re nirxand.

Silêman destpêkê pêşengên Êzidî yên ji bo parastina Êzidiyan canê xwe dane bibîr anî û got: “Me berdêlên giran da, di şexsê hevrê Dijwar (Bedel) hemû şehîdan bibîr tînin.

‘BÊ NAVBER ÊRIŞ DOM KIRIN’ 

Sala 2021’ê ji bo Şengal û civaka Êizdiyan, saleke giran bû. Di nava salê de gelek êriş hate kirin. Berdêl hatin dayîn. Ev pîlan û êriş tenê 2021’ê destpê nekir, ji sala 2014’an heta dawiya sala 2021’ê bi rengên cuda dom kir. Ji bo çawa karibin vê civakê tine bikin, bawerî û çanda Êzidiyan bi ji holê rakin bi rêbazên cuda êriş pêk anîn. Em civaka Êzidî, ji dîrokê heta roja îro, em xwedî vîn û tekoşînin. Em ti carî zû bi zû radestî dagirkeriyê nabin. Sala borî bi awayekî raste rast xwestin me dine bikin.

‘SIYASETA DERVE, HUNDIR A IRQÊ Û PDK’Ê TIMÎ XWESTIYE CIVAKA ÊZIDÎ BITIRSÎNE Û GAVÊ BI ŞÛN VE BIDE AVÊTIN’

Êrişên DAÎŞ’ê yên sala 2014’ê yên li ser Iraqê kir ku Iraq ji her alî ve lewaz bibe. Di warê siyasî, leşkerî û aborî lewaz kir. Hilbijartina ku ji bo Iraqê ji vê yekê rizgar ji bike, hate kirin jî nikare vê mijarê temamî dawî bîne. Bi hilbijatinê xwest in hedef û armancên xwe yên li ser civaka Êzidî bicih bînin. Xwestin ji aliyê erdnîgarî ve hikûm li ser Şengalê bikin. Siyaseta derve, ya hindirê Iraqê û PDK’ê timî xwestiye vê civaka Êzidî ji bo gava avêtî, bitirsîne û gav bi şûn ve pê bide avêtin. Em civaka Êzidî, aliyên me yên leşkerî ew vîn hatiye avakirin. Di sala 2015’an de vî gelî gavek mezin avêt û rêveberiyên xwe yên xweser ava kir ji bo bikare vê civakê bi rê ve bibe. Em bikarin bi xwe partî û xwe bi rê ve bibin. Xwe biparêzin.”

‘JI BO MAFÊ XWE BI XWE BIPARÊZIN, KETIN HILBIJARTINÊ; LÊ XÊRNEXWAZ BÛN ASTENG’

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman diyar kir ku sala 2021’ê xwestine rêxistina xwe xurtir bike û wiha pêde çû: “Di nava salê de, xwe di warê siyasî û civakî civaka Êzidî xwe rêxistin kir. Heta astekê PADÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo civakê ji êrişan biparêze, rêxistin bike, ked da. Ji bo mafê civaka xwe ku sedê salaye tê xwarin li parlementoya Iraqê biparêzin kar hate kirin. Xêrnexwaz û dijminên Êzidyan nehiştin ku PADÊ bikeve parlementoyê. Êzidî bi xwe dikarin li parlementoyê daxwaza heq û mafê Êzidiyan bike.

‘ARMANCA ME XWESER BIJÎN, XWE BIPARÊZIN’

Armanc û hedefa me ya nava 7 salan hemû ew bû ku em bikarin gelê xwe û erdnîgariya xwe biparêzin û xweser bijîn. Statûya Xwser bi Şengalê li ser rûyê erdê dibin qezençkirin. Tenê gotina ‘Êzidî û Iraqî ne’ têra vê civakê nake. Di warê bawerî û şêwaz de em cuda ne. Em Êzidî di nava tevahî civakê de xwedî nasname ne. Bi êrişên tirsonek, bi êrişên esmanî me gelek berdêl dan, ti carî ne hêzek, ne siyaset û ne jî leşkerek nikare bê qadê ji bo Êzidiyan şer bike.”

‘ÊRIŞ LI DIJÎ PÊŞENGÊN ÊZIDÎ HATIN KIRIN’

Zehra Silêman bal kişand ser êriş û xiyaneta li Êzidî û Şengaliyan jî hate kirin û ev nirxandin kir: “Di nava sala 2021’ê de gelek îxanet li Êzidiyan hate kirin. Ew êriş û xiyanetên hatine kirin di aliyê siyasî û esmanî de hate kirin. Ev êriş hemû bi hevkarî û desteka hêzên derve û hundir hate kirin. Di van êrişan de taybet pêşengên Êzidiyan hatin hedefkirin. Ji vana Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî, Merwan Bedel û bidehan kes hatin qetilkirin. Ev êriş hemû li ser esasê em civaka Êzidî bitirsin, gav bi şûn ve avêjin. Berovajî, çiqas em berdêl bidin hewqas em bihêztir dibin, dibin xwedî xeta rast. Em xeta xwe û dijminê xwe nas dikin. Dema me gav bi şûn ve da, wê demê tê wateya em teslîmî dijmin bûne.

‘LI IRAQÊ TENÊ ÊZIDÎ NÎNE, GELEK NETEWÊN DIN HENE; ÇIMA ÊRIŞ LI SER ME TÊ KIRIN?’

Em rewşa siyasî ya niha li meydanê tev dizanin. Iraq ne xwedî biryare ku bikare li ser gelê xwe bide. Nikare yeparetiya Iraqê biparêz e. Eger Iraq li gorî pîvan û siyaseta Iraqî biçûba, bikara vî gelî biparêze, nekeve berjewendiyên xwe, ev êriş li ber çav li ser civaka Êzidî nedihate kirin. Li Iraqê tenê Êzidî nîne, em vê pirsê bikin, çima êriş tînin ser civaka Êzidî? Çima ax û erdnîgariya Şengal û Êzidiyan ji dewleta Osmanî re tê vekirin ku êriş bike. Rê bê dayîn ku li ber çavan balafirên wan tên li zarokên Êzidî didin, şehîd bikin. Ev hemû encamên pîlan û siyasetekê tê kirin. Dixwazin nasname, bawerî, çand û dîroka Êzdatiyê tine bikin. Bi her warê siyasî û êrişan siyaset li ser civaka me hate kirin.”

‘MECLÎS CIHÊ GEL E, CIHÊ XWE BI XWE RÊVEBIRINÊ YE; HEDEF ÊZIDÎ BI XWE NE’

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) Zehra Silêman qala êrişa li ser Meclîsa Gel a Êzidiyan jî kir û got: “Êrîşî Meclîsa Gel hate kirin. Ew ciheke gel e, xwe bi xwe bi rê ve dibe, pêwîstiyên xwe bi xwe dike. Bi hincetên vala ên PKK’î ne, PKK li wir hene. Hemû jî hincetên vala ne. Di encamê de hedef û êrişên tên kirin, tenê ji ber Êzidî bûn. Xwestin Êzidî tine bikin. Hemû cîhan Zane Seîd Hesen Êzidyeke Şengalê bû, her kes zane Zerdeş Êziyeke Şengalê ji gundê Borê bû. Tevahî cîhan dizane Merwan Bedel miroveke feqîr, xwedî eşîreke mezin û binavûdenge, ji eşîra mala Zero ye. Tekoşîn û berxwedaan wan a di dîroka Êzidiyan de, ne îro tene rabûne, bûne pêşengê vê civakê ji bo karibin vê civakê teslîm nekin. Hedef ew bi xwe bûn. Êzdatî bû. Êdî em Êzidî dizanin kî dost e, kî dijmin e. Em çawa xwe biparêzin. Em karibin ji nava devê van guran derkevin.”

‘ME XWE RÊXISTIN KIRIYE, BÛYE VÎNEK; ME XWE NAS KIR!

Zehra Silêman diyar kir ku ew xwe rêxistin dikin û wiha domand: Em ê xwe nekin pariyê devê her kesê. Li Şengalê ji aliyê siyasî bigire heta leşkerî û her warê civakî xwe rêxistin kiriye, vîneke hatiye avakirin. Ji êşê xwe daye avakirin. Civakê xwe gihande wê astê ku îro karibe li ser fikirekê xwe bi rêxistin bike, xwe rêvebibe biparêz e û xwe li cîhanê bide nasîn. Bi salan her kesê civaka Êzidî bikar anî û birêvebir. 

‘IRAQÊ TI DEMÊ MAF NEDAYE ÊZIDIYAN’

Sala borî li gel êrişan, berxwedan hate kirin û xwenasî jî pêk hatin. Em Êzdatiyê bi şehîdan me nas kir. Me nirxên mezin ava kir. Em rênadin siyaseta ji derve ya li Iraqê û pîlana li ser me bide çêkirin. Em rê nedin ew siyaset li Şengalê pêk bên. Divê Iraq jî li nava xwe vê siyasete nede meşandin. Iraq wiha dom bike, wê Şengaliyan bike dijminê xwe. Ji ber ku ku li ser axa Iraqê derb li Êzidiyan tê dayîn. Gelek ziman û bawerî li Iraqê hene, çima êriş li ser Êzidiyan tê kirin. Her çendî niha hikûmetek nehatiye avakirin, lê ji sala 2003’yê heta niha hikûmetek ku bikare Iraqê temsîl bike nehatiye avakirin.

‘SALA NÛ BIBE SALA AŞTÎ, VÎN Û HEBÛNA ÊZIDIYAN’

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman ji bo sala nû jî ev gotin kir: “Em hêvî dikin sala 2022 bibe sala aştî, ji bo her baweriyekê bibe  xwedî vîn û hebûna xwe li nava hikûmetê bibîne. Aştî û aramanî li nava Iraqê em jî weke Êzidî karibin bi mafê xwe û hiqûqa xwe hem di aliyê parlementoyê û hem jî leşkerî û siyasî de biparêze. Siyaseta tê kirin, nebe ji bo tinekirina Êzidiyan. Hikûmeta nû bê avakirin nebe hevkarê siyaseta tinekirin û qirkirina Êzidiyan.

‘ÇIBAS BERDÊL BÊ DAYÎN, EM Ê GAV ŞÛNVE NEAVÊJIN; TESLÎM NABIN, TESLÎMBÛN MIRINEK ZINDÎ YE’

Em heta dawî bi gelê xwe re ne, heta dawî em ê têkoşîn bikin. Çiqas em berdêl bidin, em ê ti carî gav bi şûn ve neavêjin. Heger îro em berdêl nedin, neçare xwe teslîmî cihek bike. Teslîm kirin jî mirineke bisaxî ye. Ew jî civaka Êzidî wê qebûl nake. Civaka Êzidî ne tenê îro berdêl dane. Di dîrokê de ji bo nav, bawerî û netewa xwe berdêl dane. Em ê li ber her cûre êrişan rawestin.” 

‘MODELA XWESERÎ YA ABDULLAH OCALAN PÊŞIYA QIRKIRINA MIROVAN Û GELAN DIGIRE; EM XWE AÎDÎ VÊ PROJÊ DIBÎNIN’

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) Zehra Silêman anî ziman ku xwe li ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin kirine û wiha domand: “Şengal xwe li ser raman û felsefeya Birêz Abdullah Ocalan avakiriye. Projeyek welê yê ku civak bikare xwe bi rêve bibe, bibe yê xwe bi xwe. Modeleke ji bo xweparastin û li hember hemû siyaseta li derve tê meşantin pêşî girtin û li ber xwe parastine. Em civaka Êzidî xwe aîdî vê proje dibînin. Bi vê projeyê rê nade ku siyaseta îmha û înkarê li ser me bê kirin. Ev model pêşiya qirkirina mirov û gelan digire.”

‘ÊRIŞ GIRÊDAYÎ HEV IN’

Zehra Silêman bal kişand ser êrişên li ser ŞEngal, Rojava û Mexmûrê jî û wiha pêde çû: “Êrîşên îro li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê tên kirin, girêdayî hev in. Ji bo ku ev dever xwe li ser vê proje avakirine, ji bo wê dixwazin wan tine bikin. Ev gel êdî zilm û zordariyê qebûl nake. Modela herî rast dibîne ji bo xwe Rêveberiya Xweser e. Sîstema kapitalist a dixwaze van gelan bixin bi siyaseta xwe bide meşandin, ew vê projê qebûl nake. Yek ji van dewletan jî Tirkye ye. Herî zêde Tirkiye êrişî Rojava, Şengal û Mexmûrê dike. Êrîşî çiyayên Kurdistan û gerîla dike.”

‘PKK’Ê EV GEL PARAST Û XWEDÎ LI BAWERIYA WÎ DERKET’

Silêman qala êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser qadên gerîla jî kir û ev anî ziman: “PKK vî gelî parast, PKK xwedî li van baweriyan derdikeve. Xwedî li kêmnetewan derdikeve. Xwedî li vî gelî derdikeve. Ji ber vê hem li çiya êriş dike hem jî li her derê êrişan dike. Tirkiye xwest sala borî, çiyayên azad bişkîne û hem jî bi çiyayên azad re xwest Şengalê tine bike. Berxwedan û vîna heyî, li ser esasê Rêvberiya Xweser a hatî avakirin, ew xwen û xeyalên wan têk bir, wê ti carî jî pêk nayê. Parastina Xweseriya Demokratîk nayê wateya buna PKK, ev mafekî yê gelan e. Her gel mafê wî heye xweser û xwedî mafê xwe bijî. Ji bo em xwe birêve bibin, Meclîsa Xweser a Demokratîk modelek baş e. Em ê heta dawî têkoşîna wê bike ku gelê xwe biparêz e. Em bi her gelê re ne bi hev re bijî. Divê em Êzidî bi heq û hiqûqa xwe bi xwe xwe rêve bibin. Bi xwe parastina xwe bikin.”

‘ÊRIŞ ÇIQAS BÊ KIRIN, EM Ê  GAVÊ BI ŞÛN VE NAVAJIN, DEV JI XWESERIYÊ BERNEDIN’

Silêman diyar kir ku wê sala nû jî êriş bidomin û wiha pêde çû: Em di ferqê de ne ku wê pîlan û siyasetên nû û berê jî di sala nû de bên meşandin. Em Rêveberiya Xweser, PADÊ, aliyên leşkeri YBŞ/YJŞ’ê û TAJÊ tev dizanin ku siyaset û rêbazên ji bo tinekirina Êzidiyan wê bi rêbazên cuda bidomin. Êrîşa herî dawî da nişandan ku wê sala nû jî êriş dewam bikin. Em jî civaka Êzidî, çiqasî êriş bê kirin, em ê gavê bi şûn ve neavêjin. Ji Rêveberiya Xweser û xeta xwe bernedin.” 

‘XORT Û KEÇÊN ÊZIDÎ TEVLÎ YBŞ/YJŞ’Ê DIBIN’

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) Zehra Silêman herî dawî diyar kir ku êriş çiqas bê kirin, ew xurt dibin keç û xortên Êzidî tevlî hêzên xwe yên leşkerî dibin. Silêman got: “Çiqas êriş û berdêl hat dayîn, keç û xortên Êzidî tevlî nava hêzên leşkeri YBŞ/YJŞ’ê bûn. Roj bi roj ev vîn mezintir dibe. Gel giha wê astê ku eger xwe neparêze kes wan naparêze. Di sala nû de li ser esasê xweparastin û siyaseta tê kirin rêxistina gel xurtir bikin. Bê ka wê çawa li ber êriş û lîstikan xwe biparêzin. Em ê ti carî teslîm nebin.”