1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heyeta DYA li Rojava ye
Heyeta DYA li Rojava ye,heyeta,dya,li,rojava,ye

Heyeta DYA li Rojava ye

Nûnerê Trûmp di koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de Brett Mcgurk û çend rêveberên wezareta karê derve a Emerîkayê doh bi rêya asmanî derbasî Rojava bûn

A+ A-

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN

 

Nûnerê Trûmp di koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de Brett Mcgurk û çend rêveberên wezareta karê derve a Emerîkayê  doh bi rêya asmanî derbasî Rojava bûn.

Rawestgeha pêşî ya McGurk li derdora bajarokê Eyn Îsayê bû.

Heyeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), li gel Meclisa Sivîl a bajarê Reqayê hevdîtin pêk anî.

Çavkaniyên ji nava civînê ragihandin ku nûnerên Amerîkayê soz dane ew ê destekê bidin xebatên Meclîsa Reqayê.

Di çarçoveya serdanê de, hevdîtina herî girîng jî îro pêk tê.

Nûnerê Trûmp û rêveberên wezareta karên derve, wê li gel fermandarên QSD'ê û YPG'ê bicivin.

Li gorî agahiyên bidest ketine, mijara sereke ya civînê wê operasyona rizgarkirina Reqayê û temamkirina şandina çekên giran ji bo YPG be.

Li gorî çavdêrên siyasî yên li herêmê, Amerîka bi şandine Brett McGurk û wezareta karê derve, peyam daye dewleta Tirk ku ew ê hevkariya xwe ya bi Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûrî re dewam bike.


Bêjeyên Miftehî