1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hikûmeta Swêdê xwe ji rêxistinên kurdî PYD û YPGê dûr dixe
Hikûmeta Swêdê xwe ji rêxistinên kurdî PYD û YPGê dûr dixe,hikûmeta,swêdê,xwe,ji,rêxistinên,kurdî,pyd,û,ypgê,dûr,dixe

Hikûmeta Swêdê xwe ji rêxistinên kurdî PYD û YPGê dûr dixe

Wezîrê Karên derve yê hukûmeta nû ya rastgir a Swêdê Tobias Billström daxuyaniyek da Ekot´ê (Navenda Nûçeyan a Neteweyî ya Radyoya Swêdê)

A+ A-

Ev daxuyanî çend roj beriya ku Serokwezîr Ulf Kristersson bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive, hatê dayîn.

 

Wezîrê Karên Derve Tobias Billström (M) di hevpeyvîna Ekotê ya şemiyê (îroj) de dibêje, grîngiya sereke endambûna Swêdê ya NATOyê ye.

 

Wezîrê Derve Tobias Billström di hevpeyvîna roja şemiyê ya Ekotê de dibêje wha dibuje: Di navbera rêxistina kurdî ya çekdar YPG, baskê wê yê siyasî PYD û PKK-ê de, têkiliyên pir nêzîk hene. Ji ber vê yekê, hikûmeta Swêdê hem ji YPGê û hem jî ji PYDê dûr dikeve, da ku têkiliya bi Tirkiyê re nekeve xeterê.

 

Billström wha didomîne: Armanceka me ya em têkiliyeka nêzîk bi wan re deynin nîne. Em wisa bawer in, kes û derdorên têkiliya me bi Tirkiyeyê re xerab dikin, ji bo me bi guman û pirsgirêk in. 

 

Billström ji aliyê din ve dibêje ku deriyê hikûmeta wan ji bo mijarên pirsgirêkên mafên mirovan vekirî ye. 

 

YPG, ku Tirkiye wê weke baskekî PKKê dinirxîne, demeke dirêj e di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê hevalbendê NATO û Amerîkayê ye.

 

Billström ji Ekotê re dibêje, ew dema lêdikolin û dinirxînin rast li pirsgirêkan û têkiliyên navbera rêxistinan tên ku ev jî wan neçarî tevdîrên ewlekariyê dike.  

 

Ev herdu rêxistin ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî rêxistinên terorîst têne nirxandin, lê ne ji aliyê Swêdê ve. 

 

Dema ku Swêd û Fînlandiyayê di meha Pûşperê de ji bo bi navê statûya vexwendinê serî li NATOyê dan, Tirkiyeyê gefa vetoyê xwaribû. Lê piştî danûstandinên dûr û dirêj, aliyan li ser rêkeftinekê li hev kirin ku divê welat bişopînin da ku bibin endamên tam ên hevpeymaniya berevaniyê.

 

Yek ji xalên herî girîng ên peymanê jî radestkirina kesên ji aliyê Tirkiyeyê ve weke terorîst hatine binavkirin bû. Gelek doz li Dadgeha Bilind hatin dîtin û heta niha ji kesên ku tê gotin di lîsteya Erdogan de ne tenê kesek hatiye radestkirin.

 

Hikûmeta berê piştgirî dabû YPG û PYDê. Li gel hin dan û stendinan, herwiha par Partiya Sosyaldemokrat ragihandibû ku wê hevkariya xwe bi YPGê re xûrttir bike, lê piştî danûstendinên ligel Tirkiyê yên ji bo endametiya Nato´yê, Swêdê soz da ku piştgirî nede tu rêxistinan.

 

Ev daxuyaniya Billström a ku dibêje hikûmeta Swêdê dê bi YPG û PYDê re nebin, çend roj beriya hevdîtina Serokwezîr Ulf Kristersson û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a roja Sêşemê hate dayîn.

 

Tirkiye yek ji wan du welatan e ku serlêdanên Swêd û Fînlandiyayê nepejirandiye. Welatê din Macarîstan e.

 

Serokwezîr Ulf Kristersson jî daxuyaniya Billström di Nyhetsmorgon TV4 de şîrove kir. Ew di wê baweriyê de ye ku dûrketina ji YPG û PYDê ne tiştekî nû ye û amaje bi rêkeftina sê alî ye ku di havîna îsal de di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyê de hatibû îmzekirin.

 

Serokwezîr Ulf Kristersson wha dibêje: Divê em bi rêxistinên ku ev qas nêzî PKK’ê ne re hevkariyên siyasî nekin. Di vê peymanê de jî hatiye gotin, ji ber vê yekê ev qet ne tiştekî nû ye. 

 

Ew her weha dibêje ku qutkirina têkiliyan, ji bo têkiliyên siyasî derbas dibe.

 

Kristersson axaftina xwe wiha domand: Şêweyên kar û xebatên mirovî û alîkariyê hene ku ev yek bandor li wan nake, lewra ez bawer nakim ku ev yek tê wateya guhertineke mezin. Em di her warî de li gorî peymanê tevdigerin û di nav tiştên din de tişta ku ez ê bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re biaxivim ev e.

 

https://sverigesradio.se/avsnitt/tobias-billstrom-m-det-overordnade-vardet-ar-sveriges-medlemskap-i-nato

 

Werger: Amîda Kurd