1. Hemû Nûçe

  2. Helbest

  3. JI ELTAFA ŞEHÎNŞAHÊ
JI ELTAFA ŞEHÎNŞAHÊ,ji,eltafa,şehînşahê

JI ELTAFA ŞEHÎNŞAHÊ

A+ A-

 

Ji eltafa şehînşahê 
Di roja pêncişembî ne 
Bûye zemzem li dergahê 
Ku siltan hal û şirîn e


Benî siltan û şirînê 
Xudanê yol û temkînê 
Qumaşê Çîn û Maçînê 
Ji sundûqan deranîne

 

Qumaş û etles û xara 
'Ebîr û ember û sara 
Muzeyyen bû cemal ara 
Bi toq û tac û zêrîn e

 

Bi zerrîn toq û xilxalan 
Meşa selwa me ebdalan 
Xuhê avêta alalan 
Şepala taze asmîn e

 

Ji asmîn û terazim bû 
Bi naz û îşwe mazin bû 
Xirêna toq û bazin bû 
Gohar şor bûn li ser sîne

 

Gohar û şor e hem dest in 
Sîmadar in venawestin 
Ruhanan şor e lê bestin 
Li govendê çi nesrîn e

 

Çi nesrîn û qerenfil bû 
Rêhan û nîvenîv gul bû 
Li govendê şil û mil bû 
Lif û rîşî û şetrîn e

 

Lif û rîşî û şetrî tên 
Bi çîn çîn taze xemrî tên 
Ji baxê taze qumrî tên 
Bi ref ref werdek û sî ne

 

Bi ref ref werdek û qaz in 
Şerab û şerbet û saz in 
Delal û îşwe û naz in 
Kemançe, ûd û mûxnî ne

 

Kemançe w ûd mûnîs bû 
Eceb siltanê meclîs bû 
Ji eqlê Batey muflîs bû 
Ji fehm û eql û zanîn e

 

Melayê Bateyî

 

(Ji rûpela Memê Miksî)


Bêjeyên Miftehî