1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Bo Hikûmeta Herêma Kurdistan
Ji Bo Hikûmeta Herêma Kurdistan,ji,bo,hikûmeta,herêma,kurdistan

Ji Bo Hikûmeta Herêma Kurdistan

A+ A-

Birêzan

Wekî ji we ve jî eyane, Hikûmeta Başûrê Kurdistan, xwendina  destana Dewrêşê Evdî li dibistanên Başûrê Kurdistanê qedexe kir.

 

Wekî kesê dunav, rewşenbîr, siyasetmedar, hûnermend, şêwekar,  nivîskar, helwesta te li dijî vê biryarê çi ye?

Eger tu jî vê biryara neheq şermeza dikî, ji kerema xwe re îmzeya xwe li binî binivisîne, parveke û ji hevalên xwe re bişîne.

 

Ji Bo Hikûmeta Herêma Kurdistan

 

Divê hûn bizanin ku qedexekirina destana mêrxasiya Êzdiyan, tê wateya înkara, dîrok, çand û baweriy Êzdiyan.  Bêguman, li devera ku Êzdî werin înkarkirin, qetla wan jî helal e. Ev biryar wê rê li ber fermaneke din veke.

 

Helbet gazina me ji dujminan û dewletên dagirker nîne. Gazina me ji hikûmeta herêma Kurdistan e. Ji ber ku Dewrêşê Evdî, ji bo Kurd û Kurdistan li dijî Ereb, Turkmen û Osmaniyan şer kir.

Destana Dewrêşê Evdî, çanda mêrxasiya gelê Kurd e. Dîrok e, egîdî ye û li dijî neheqiyê serhildêriye.

 

Gelo Destana Dewrêşê Evdî çi zirarê dide Kurd û Kurdistan ku tê qedaxekirin?

Ev neheqiyeke ku li Êzdiyan tê kirin.

Li dewsa ku hûn wekî hikûmeta Başûr Dewrêşê Evdî wekî egîdekî netewî pênase bikin, wî bi xelata rûmetê xelat bikin û li ber avaya parlemena Hewlêr peykerê wî çêkin, hûn radibin destana wî ku bi xwîna xwe avakirî qedexe dikin. Hûn ava kezabê li koka xwe dikin.

Ji bîr mekin ku ev mêrxasiya Êzdiyaye ku li gel ewqas fermanan ew heta roja îro anîne. Eger hûn kirasê Egîdiyê ji bejna Êzdiyan deynin, wê li dewsê çi bimîne? Xwesparî û tunebûn. 

 

Ez bi navê Înîsîyatîfa Destana Dewrêşê Evdî vê biryara we şermezar dikim.

 

Îbrahîm Osman

18.12.21