1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji bo Şengal û Serêkaniyê pêşangeheke wêneyan û belgefîlmek
Ji bo Şengal û Serêkaniyê pêşangeheke wêneyan û belgefîlmek,ji,bo,şengal,û,serêkaniyê,pêşangeheke,wêneyan,û,belgefîlmek

Ji bo Şengal û Serêkaniyê pêşangeheke wêneyan û belgefîlmek

Bi boneya salvegera 7'an a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê Şirîketa Nefel a Hunerî pêşangeheke wêneyan vekir, her wiha belgefîlmeke li ser kampa Waşûkanî pêşanda

A+ A-

Di salvegera 7'an a Komkujiya li ser civaka Êzidî ya Şengalê de Şirîka Nefel pêşangeheke wêneyan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo vekir. Wêneyên ku hatin daliqandin balê dikişîne ser êş û sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê sala 2014'an li Şengalê pêk anîbûn.

Di vekirina pêşangehê de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û şêniyên bajarê Qamişlo amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan Îlyas Seydo bi xêrhatina beşdaran kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Seydo got: "DAIŞ amûra komployeke mezin e ku ji hêla dijminên êzidiyan ve hat sazkirin da ku êzidiyan qir bikin." Her wiha got, DAIŞ’ê di şeveke tarî de êrişî Şenglê kir û hêzên ku diviyabû Şengalê ji xeteriyan biparêzin reviyan.

Seydo da zanîn ku bi hezaran êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê bêyî av an jî xwarin di nava germahiya havînê de dorpêçkirî bûn, heta HPG’ê ji çiyayên Kurdistanê  bi hawara wan ve hat û wan ji DAIŞ’ê rizgar kirin.

Seydo eşkere kir ku ew li beramber komployeke nû ne û wiha domand: "Pêwîstiya me ya niha ji her demê zêdetir bi yekitiya Kurdan heye. ji ber em niha li beramber komployeke nû ku berê hatibû plankirin. Ew komplo jî peymana Hewlêr-Bexdadê ye."

Hikumetên Bexda û Hewlêrê di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek bi nave "Rêxistina rêveberî û ewlehî li Şengalê" îmze kir. Li beramberî vê yekê civaka Êzidî berxwedaneke mezin nîşan da û gelek bertek derketin ku di encamê de peyman bi bin ket. Her wiha piştî binketina siyaseta Erdogan di Şengalê de bi rêya PDK’ê û Bexdayê hişt ku ew gefê yekser bixwe. Erdogan piştî nimêja înê li Stenbolê di 22’ê Çileya îsal de ji çepemeniyê gotibû "Dibe ku ji nişkê ve di şevekê de bên", ew îşaretê bi pêkanîna êrişeke tirkî li dijî Şengalê dike.

Li aliyekî din jî rojnameger Botan Gulan destnîşan kir ku tiştê li dijî civaka êzidî pêk tê, pêdiviya xwe bi îsbatkirinê ji tevahî cîhanê re heye ku "civaka êzidî li beramber fermaneke nû ye."

Gulan da zanîn ku ew yek ji rojnamegerên destpêkê bû ku çû Şengalê da ku rastiyê li wir çêbûye, ji kesên bi hawara Şengalê ve çûne, kesên revîne û vekişîne, eşkere bike.

Li ser bangawziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya 3`yê Tebaxa 2014`an li Şengalê, 5 deqeyan rawestiyan.

Di çarçoveyeke din de û ji rêzeçalakiyên 5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol belgefîlmek bi navê "Waşûkanî" li ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêma Serêkaniyê yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de, sûcên li dijî şêniyên Serêkaniyê yên ji koçberiya bi darê zorê û azarên di kampa Waşûkanî de ji hêla Navenda Şopdarên Rojê ve hate pêşandan.

(fr)

ANHA

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
8