1. Hemû Nûçe

  2. Helbest

  3. Ji helbestên Lûdîngîrrayê Somerî
Ji helbestên Lûdîngîrrayê Somerî,ji,helbestên,lûdîngîrrayê,somerî

Ji helbestên Lûdîngîrrayê Somerî

Ji helbestên Lûdîngîrrayê Somerî. Xebateke Hîtîtî ya B.Z. di sedsala 7 de. Dayika ku şîr dide û dara xurma bi hev re

A+ A-

 

 

Werger: Îbrahîm Osman 

 

“Ji dayika min î hêja re....

“Qasidê Qralê ku vaye daye ser rê, 

ezê te bişînim Nîppûr ê, vê agahiyê bibe!

Ez ji rêwîtiyeke dûr û dirêj têm,

Dayika min ji sedema xemgîniyê ranazê,

Ewa ku gotineke tengasiyê nakeve odeya wê, 

Ji rêwiyan gişkan sewala tenduristiya min diki, 

Nameya min a silavê bide destê wê! 

Ger tu dayika min nasnake, ezê wesfê wê ji te re bibêjim.

Navê wê Şatiştar e.

Bi dirûvê xweyî lewendî

Bûkeke şîrine di bedewiya Xwedawendan de ye,

Ew hîn di ciwaniya xwe de hatiye pîrozankirin.

Wê mala xwesiya xwe bi xîret bi rêve dibir,

Ji Xwedayê zilamê xwe re xizmet dikir,

Wê dizanîbû li şûna Xwedawenda Înanna binêre, 

Guhdariya gotina qrêl dikir,

Ew dihat hezkirin, bi hezkirin dijiya, 

Ew mîna berxikan, tokê baş û hingiv bû,

Ew mîna rûnê nivîşk diherike dilan.

Ezê wesfê dûyemîn ê dayika xwe bidim:

Dayika min ronkayake ku li asoyê diçirûse, ew xezaleke çiya ye,

Ew stêrkeke bi şewq a sibehê ye.

Ew kevrekî akîk, gilokeke ji Marhaşî ye,

Ew xişrê prensekî ê tije cezbe,

Akîkekî ku kêfê diafirîne ye,

Ew gustîlkeke bi efsûn, bazinekî ji hesin,

Şiveke zêr e, zîvekî birqoke,

Peykerokekî ji diranên fîl e,

Ew melekeke ku li ser kevirekî hişîn rawestiyaye.

Ezê wesfê siyemin ê dayika xwe bidim:

Dayika min di demsala xwe de baran e, ji bizirê destpêkê re av e, 

Baxçeyekî dewlemend tije fîkî ye.

Ew koka dareke hinaran a bi gulik û kulîlkan xemilandî ye,

Ew di sala nû de berhemê meha ewil,

Ew erqeke ku bereket tê re diherike,

Ew xurmeyeke Dîlemûn a şîrin e.

Ezê wesfê çaremîn ê dayika xwe bidim:

Dayika min cejneke, qurbaniyeke bi kêf ê,

Ew sedema hebûna prensesan, strana bereketê ye,

Ew dilekî ku coş jê kiyêm nabe, ê hezdiki û didi hezkirin,

Ew mîna mizgîniya yekî dîl e ku li dayika xwe vegeriyaye.

Ezê wesfê pêncemîn ê dayika xwe bidim:

Dayika min erebeyeke ji dara qaçê ye,

Texterewaneke ji şimşîrê ye,

Libasekî xweşik ê hatî parfûmkirine,

Ew taceke ji kulîlkan çêkirî ya li gorî xwe ye.

Li gorî van wesfên ku min dane te tu yê dayika min nas bikî, ew jina bedew û delal a ku Lamayê wê hene, ew diya min ê.

Dayika ku bi çar çavan li bende agahiya min e, vê agahiyê bi kêf bibe jê re,

“Jê re bibêje silavê kurê te Lûdîngîrra ji bo te hene“