1. Hemû Nûçe

  2. Berhevk

  3. Ji stranê re qedexe, ji stranbêj re heps
Ji stranê re qedexe, ji stranbêj re heps,ji,stranê,re,qedexe,ji,stranbêj,re,heps

Ji stranê re qedexe, ji stranbêj re heps

A+ A-

 

 AMED - Biryarên qedexekirina li ser strana hilbijartina referandûmê ya HDP’ê ya “Bêjin Na” li ser hev didomin. Niha jî der barê nivîskarê stranê hunermend Seyda Perînçek de di çarçevoya lêpirsîna de biryara cezayê hepsê hat dayîn.

Strana hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya “Bêjin Na” bajar bi bajar tê qedekirin. Stran ji aliyê Walitiyên Wan, Şirnex, Amed û Mûş ve bi hinceta “Gel tehrîkê dijminantiyê dike" û “Li ser aramî û ewlehiyê neyînî di afirîne" hat qedexekirin. Heya niha ji aliyê dozgeran ve derbarê stranê de tu lêpirsîn ne hatiye vekirin. Hat diyar kirin ku stran bi destûra Rewşa Awarte tê qedexekirin.

PERÎNÇEK: GEL PERGALA MONARŞÎK NAXWAZE

Hunermendê stranê Seyda Perînçek anî ziman ku hemû partiyên siyasî bi hemû zimanan stran ji bo referandumê amade kiriye û wiha axivî: “Pêşeroja gelan di nava lêvên yek kesê de nayê qebûl kirin. Gel pergala monarşîk naxwaze. Yên ku stranê qedexe dike jî baş dizane. Bi qedexe kirina stranê nikarin dilê gelan bêdeng bikin. Em pergala yek netew, yek al û yek ziman naxwazin.”

‘DIXWAZIN HUNER Û SIYASETÊ DE GEL BÊDENG BIKIN’

Perînçek da zanîn ku ew li hember zordestiyan serî natewînin û wiha bertekên xwe anî ziman: “Mafê herkesê heye ku li ser erdnigariya xwe bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Dizanin encama referandûmê bi giranî ‘Na’ ye û ji ber vê yekê di hunerê de û siyasetê de dixwazin gel bêdeng bikin. Em li hember van zordestiya serî natewînin.”

‘STRANA JIYANA AZAD E’

Perînçek dest nîşan kir ku azadiya jinê û hêviyên aştiyê di strana referandumê de ye û wiha berdewam kir: “Ev stran dibêje ku dive gel bi azad bijîn. Ez wekî hûnermend stirîna stranên ji bo hemû gel, ziman û çand bijîn bidomînim.”

‘DIJÎ HIQUQÊ YE’

Parêzer Şîvan Cemîl Ozen jî diyar kir qedexekirina stranê ji aliyê Walitiyan ve bi destûra Rewşa Awarte tê girtin û got ku qedexe li dijî hiquqê ye. Ozen bi lêv kir ku Walitî jî ji ber gotinên “Ji yek alê re na”, “Ji yek netewê re na” û “Ji yek zimanî re na” biryara qedexeyê daye.

JI PERÎNÇEK RE SALEK Û 6 MEH CEZA

Ji bilî qedexekirina stranê, derbarê hunermend û nivîskarê stranê Seyda Perînçek de jî cezayê hepsê hat birîn. Doza ku di sala 2015’an de ji aliyê Serdozgeriya Bakirkoy de hat vekirin, piştî qedexe kirina stranê 28 Adara 2017’an biryara salek 6 meh û 22 roj cezayê hepsê da.

Gotinên strana “Bêjîn Na” ya Seyda Perînçek ku li 4 bajaran hatî qedexe kirin wiha ye:

Ji bo hêviyê zarokan, bêjin na
Li dijî perçebûnê, bêjin na
Ji bo netewek demokratîk, bêjin na
Jin û xort û kal û pîr tev bêjin na

Na na na na na na ji yek alê re
Na na na na na na ji yek netewê re
Na na na na na na ji yek zimanî re na na

Ji bo tolhildana jinê, bêjin na
Ji bo ronahiya rojê, bêjin na
Ji bo soza ku meda dozê bêjin na
Tenê nabe bi yek dengî bejin na

Na na na na na na ji yek alê re
Na na na na na na ji yek netewê re
Na na na na na na ji yek zimanî re na na

Ji bo xeyalên hezar salan bêjin na
Ji bo aşîtya hemû gelan bêjin na
Ji serdest û zordaran re bêjin na
Deng bidin hev tev bi hev re bêjin na

Na na na na na na ji yek alê re
Na na na na na na ji yek netewê re
Na na na na na na ji yek zimanî re na na