1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji xemsariya saziyên navdewletî koçber neçar in parsê bike
Ji xemsariya saziyên navdewletî koçber neçar in parsê bike,ji,xemsariya,saziyên,navdewletî,koçber,neçar,in,parsê,bike

Ji xemsariya saziyên navdewletî koçber neçar in parsê bike

A+ A-

REQQA – Koçberên Sûriyê yên htaine Tebqayê di rewşeke zehmet de jiyan dikin. Koçberan bang li civaka navdewletî kirin ku alîkariyan lezgîn ji koçberan re pêşkêş bikin. Hin koçberên ku hêvî ji rêxistinên navdewletî qut kirine jî parse dikin û debara xwe ya jiyanî wiha peyda dikin.

Di nava 2 hefteyên derbasbûyî de zêdeyî 55 hezar welatiyên ji Meskene, Humis û Tedmur ku di bin destê hêzên rêjîmê de ne, her wiha welatiyên ji Reqqayê koçber bûne hatine bajarê Tebqayê. Koçberên Sûriyê yên hatine Tebqayê di rewşeke jiyanî ya zehmet de ne û hêviya wan e ku pariyekî nan an hinek ava vexwarinê peyda bikin da ku tîbûn xwe bişkînin.NUFA ELI

Jina koçber Nofe Elî ji bajarê Meskene ji dijwariya şer koçber bû û ber xwe da Tebqa. Nofe da zanîn ku ew bi cilên xwe koçber bûne û tiştek ji malên xwe ku di jiyana xwe de bikar bînin nîne. Nofe di malekê de jiyanê dikin û tu kes alîkariya wan a jiyanê nake.

Di hin xaniyan de zêdeyî 45 kesan jiyan dikin, cihê wan gelekî tenge û derfetên herî kêm ên jiyanê peyda nakin.CASIM SIBHI

Koçberê bi navê Casim Sibhî got ku malbata wî û sê malbatên din ên ji herêma Dibsî ji destpêka meha Remezanê koçber bûne û niha hemû di 2 odeyan de jiyan dikin. Casim, da zanîn ku tevî cih gelekî tenge jî ew 15 hezar lîreyên Sûriyê kirya xanî didin.

Subhî piraniya roja xwe li benda çend nanan radiweste. Subheî têkildarî miijarê wiha got: ʺEm di dema esirê de diçin firneyê û heta saetên derengî şevê em 3 turên nan peyda dikin, ew jî têra me nake.ʺYUSIF ALEHMED

Subhî rêxistinên navdewletî rexne kir  û wiha got: ʺEm ji demekê de di rewşeke dijwar de jiyan dikin, tu alî alîkariya me nakin, em ard ji cîran digrin da ku em nan peyda bikin, ji ber ku nan têra me nake.

Koçber ji birçîna berê xwe didin hemû rêbazan  da ku jiyana xwe biparêzin. Yûsif Ihemed jî koçber bû ye. Ihim têkildarî rewşa jiyanê ya koçberan wiha got: ʺEm 2 malbat di dibistanekê de jiyan dikin. Em nan ji firinan dibin da ku em û zarkên me xwarinê bixin. Gelek caran pere nîne ku em nan bikirin, ji ber vê yekê em nanên hişk ziwa dikin û ava bacanan datînin ser. Em  zarokê xwe wê dixwin. Em 6 saetan ji bo kirîna turê nan di dorê de radiwestin. Em turê nan bi 300 lîreyên sûiryê dikirin, gelek caran em nikarin nan peyda bikin.ʺ

Saziyên navdewletî koçber paşguhkirineSALIH HIMEDI

Koçberê bi navê Salih El-Himêdî got ku Saziyên navdewletî alîkariya wan nakin û ji ber vê  yekê parse dikin da ku debara xwe ya jiyanî peyda bikin. Salih El-Himêdî wiha aixîvî: ʺHeqê nan bidin min da ku ez zarokên xwe bi xwarin bikim. Ez ji vê rewşê razî me, ez tenê dixwazim ku zarokên xwe bi xwarin bikim. Ez tiştekî din naxwazim.ʺ

(dc)

ANHA