1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji xwendekarên keç ên Silêmanî pêşengeha hunera dest
Ji xwendekarên keç ên Silêmanî pêşengeha hunera dest,ji,xwendekarên,keç,ên,silêmanî,pêşengeha,hunera,dest

Ji xwendekarên keç ên Silêmanî pêşengeha hunera dest

Bi beşdariya jimareyek a xwendekarên keç ên Amedeyiya Pîşesaziya Silêmaniyê pêşengehek ya hunera dest vekirin

A+ A-

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Îro li salona navenda Îşê Dest a Silêmaniyê, Amedeyiya Pîşesaziya Silêmaniyê ya Keçan pêşengehek ya hunerên dest vekirin. Pêşangeh wê heya saetên Êvarê vekirî bimîne.

 

Amedekara pêşengehê Gûlşen Heme Reşîd di derbarê pêşengeha xwe de ji ajansa me re axivî û got: “Em salane vê pêşengehê vedikin, divê pêşengehê de karê beşê dizayn, dirûn, komputer, elektronîk û ceyran tê nîşandan.”

 

Gûlşen Heme Reşîd got: “Mesrefa vê pêşengehê ji aliyê xwendekaran ve hatiye dayîn. Ji ber vê yekê dahata firotina van berheman jib o xwendekarane. Piraniya xebatên hatine nîşandan berhemê xwendekaranin. Wekî din projeya 30 dereceya xwendinê li sere, ji ber xwendekaran xwe pir westandine.”

 

 

Xwendekarek din a tevlî pêşangehê bûyî, Ziryan Mehmûd jî wiha got: “Em salane van pêşengehane vedikin, mamosta li gel me pir di westin. Em ji sudek baş jê werdigrin.”

 

Ziryan Mehmûd got: “Destpêkê dema ez hatim amedeyiya pîşesazî min tiştek ji dirûn û dizaynê ne dizanî.  Lê belê niha bi alîkariya mamostayan sudekê baş ji dirûn û dizaynê wergirtiye. Piştî min dibistan qedant, ezê dikanek a vî karî ji xwe re vekim.”

 

 

Dibistana Amedeyiya Pîşesaziyê mezûnê navîn 3 werdigre, piştî sê salan di amedeyiya pîşesazî de dîplomaya amedeyiya pîşesazî werdigire. Piştre di aliyê xwe de dikare di zaningeh û peymangehan de xwendina xwe berdewam bike.

 

 

 

 

 

 

(rn)