1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Jin bi keda destê xwe amadekariya werza biharê dikin
Jin bi keda destê xwe amadekariya werza biharê dikin,jin,bi,keda,destê,xwe,amadekariya,werza,biharê,dikin

Jin bi keda destê xwe amadekariya werza biharê dikin

Niştecihên gundê Dûgoman yên bajarokê Sengeserê hersal di nîva demsala zivistanê de dest bi karê çêkirina çîqan dikin. Gundî çîqan ji bo kesên biçin zozanan amade dikin. Kesên ku van karane dikin ji diyar dikin ku karê çîqan karekî girane ku bi destan tê çêkirin. Bi taybet hemû karên çîqan bi keda destê jinan tê amade kirin

A+ A-

Dema mirov ji welatê derve temaşeyî van konan dike pir  xweşik û balkêşe. Lê dema mirov temaşeyî çêkirina van konan dike mirov dibîne ku westandin û kedekî mezin tê mezaxtin.

Yek ji wan navçeyên ku di demsala biharê de bi karê lawirvaniyê ve xerîk dibin û wekî koçeran diçin zozana  jiyan dikin û konên xwe li herêmê sînorî yên Pişdere vedidin, gundiyên Dûgoman. Di nana van konane de gelek kel û pelê pêwîstiyên malan ji têde cih digre û yek ji wan ji çîqe. Rojnews ji bo ku bizane ev kar çawan tê kirin û çêkirin, bi kesên xwedî ezmûn re axivî.

Jina bi navê Amîne Xidir ya 65 salî ku niştecihê gundê Dûgomane yê bajarokê Sengeserêye wiha qala çêkirina karê çîqan dike: “Dema min dest bi vî karî dikir ez 13 salî bûm. Hersal di meha Sibatê de weke jinên gund ji bo çêkirin û amadekariya çîqan em amadekariyê xwe dikîn.”

Amîne Xidir got: “Jin despêkê diçin ber peravê çemê Xasî û çîqan komdikin. Piştre em diçin Sengeserê ta (derzî) û qûmaşan dikin. Em li ber peravên çeman çîqan komdikîn, em weke jinê gund bi hevre dest bi çêkirina karê xweyê dest dikin. Di karê çêkirina çîqan de pêwîste tu ne yek kes bî, ger zêdetir bî tuwê karê xwe ji zûtir xilas bikî. Ger du kes bû herî zêde du heftiyan em ked ji bo çêkirina berg, mehfûr, konan çêdikîn.”

Li gund zelam tû alikariyê bi me re nakin, hemû karê çîqa jin dike. Ji bo vê pêwîste hîna sibeha zû em ji xewê rabin karê xweyê mal û karê xweyê sewaltiyê ve xerîk dibin. Ji ber ku piraniya gund bi karê sewalvaniyê ve xerik dibin. Ev yek ji karekî giringe. Em keçên xwe jî fêrî vî karî dikîn. Pêwîste her jinekê keça xwe fêrî karê çîqan bike.  Ji ber ku ev kar weke çandekê lê hatiye.”

Niştecihên gundê Dûgoman yê bajarokê Sengesê ya ser bi navçeya Pişder di demsala  zivistanê de  dest bi karê çêkirina çîqan  û konan dikin.  Gundî bi karê xwedîkirina sewalvaniyê ve xerîk dibin. Jin jî bi çêkirina karê çîqan ku berhemê keda deste û ji hiriya sewalan tê bidest xistin.

undefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefined