1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Jina Êzdî zilma ji destê çeteyan dît, vegot
Jina Êzdî zilma ji destê çeteyan dît, vegot,jina,êzdî,zilma,ji,destê,çeteyan,dît,vegot

Jina Êzdî zilma ji destê çeteyan dît, vegot

Jina Êzdî Sewsen Xelef ku ji tarîtiya çeteyên DAIŞ′ê rizgar bû, hovîtî û kiryarên qirêj ên ku çeteyan bi serê jinan dikirin vegot

A+ A-

EHMED SEMÎR – SILAVA EBDULREHMAN

QAMIŞLO – 

Jina Êzdî Sewsen Xelef (25) di fermana 73′yemîn a ku di tebaxa sala 2014′an de li ser gelê Êzidî hat meşadnin, dema ku hewl dida ji gundê xwe Koço yê girêdayî Şengalê bireve bajarê Rebiya yê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê da xwe bigihîne herêmên ku di bin ewlehiya şervanên YPG′ê de, ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hat revandin. Sewsen dayîka zarokeke du salî bû.

Malbatên ku li gel Sewsen hewl didan xwe bisipêrin warên bi ewle, heman tişt bû çarenûsa wan jî.

Wê demê çekdarên PDK′ê bi fermana midûrê Meclîsa Rêveber a herêma Kurdistanê, herêma Şengalê radestî çeteyên DAIŞ′ê kirin. Di dîmenên ku televizyona Ronahî belav kiribû de, tê xuyakirin ku dema çeteyan êrîşî Şengalê kirin, çekdarên PDK′ê li erebeyeke leşkerî siwar bûn ne ji bo ku bi hawara gelê Êzidî ve biçin, lê da di zûtirîn dem de bikaribin birevin.

Piştî ku çeteyan Sewsen û malbatên pê re revandin, jin û mêr ji hev veqetandin û jin birin girtîgeha bajarê Rebiya. Piştî du rojan, çeteyan Sewsen tevî 107 jinên din veguhestin girtîgeha bajaroka Til Eferê ya Iraqê, li wir jî derdora mehekê man. Dema ku jinên girtî li gundên bajarokê hatin belavkirin, hin jin reviyan û xwe ji nava pençên çeteyan xelas kirin.

Sewsen anî ziman ku çeteyê berpirsê girtîgeha Til Eferê ew careke din vegerandin girtîgehê û wiha got: ″Her rojekê çeteyek dihat û jina ku dieciband ji xwe re dibir. Lê tu kesî ez nebirim, ji ber ku ez ziwicîbûm. Ji bo ku çete min nefiroşin, ez bi awayekî nivîskî bi çetyeyekî Êzidî re zewicîm û 9 mehan li gel mam.″

Piştre çeteyan Sewsen veguhestin girtîgeha bajarê Mûsilê. Siwsen çîroka xwe wiha domand: ″Li wir jî, ji bo ku çete min wekî xizmetkara xwe bi kar neynin, ez bi çeteyekî din re zewicîm û min mehekê pê re li bajarê Mûsilê jiyan kir.Piştre em vegeriyan bajaroka Til Eferê.″

Li wir Sewsenê 3 mehan pez diçêrand û dema ku hin girtiyên Êzidî ji Til Eferê reviyan, hevjînê wê yê wenda bû. Piştî vê yekê çeteyan Sewsen tevî hin jinên din re, bi destên kelebçe birin girtîgeha Til Eferê. Ew jin ji aliyê çeteyên ku li Mûsilê dimînin ve hatibûn kirîn û Sewsen tevî du jinan li girtîgehê ma. Roja din çeteyan herdû jin birin û Sewsen 3 rojan tevî keça xwe li girtîgehê ma.

Piştre çeteyê ku wekî Waliyê herêma Qeyara dihat nasîn, ew firot çeteyê Tûnisî. Wî jî Sewsen firot çeteyekî Cezayîrî. Sewsen hefteyekê li gel wî dimîne û piştî ku jê re dibêje: ″Min tu sûd ji te wernegirt″, wê difiroşe çeteyekî din ê Cezayîrî. Sewsen neçar dimîne ku li gel wî jî, salek û çend mehan bimîne.

Li bajarê Mûsilê Sewsen bi malbateke ku çeteyên DAIŞ′ê red dike re têkildar bû, du rojan li gel wê malbatê ma, dema ku derfetê bidest dixe, berê xwe dide bajarê Dêrezorê û ji wir xwe li riyeke xeter dide û diçe bajarê Reqqayê, ji wir jî direve û xwe li çeperên şervanên YPG/YPJ′ê digire. dema ku çavên wê bi alên YPG/YPJ′ê ketin, hîs kir ku dema azadiyê  êdî hat.

Sewsen spasiya şervanên YPG/YPJ′ê kir ku ew parastin û gîhandin Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê, da bigihêje malbata xwe ya li Şengalê.

(mm)

ANHA