1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinan di asteke girîng de nêçirvanî jî dikir
Jinan di asteke girîng de nêçirvanî jî dikir,jinan,di,asteke,girîng,de,nêçirvanî,jî,dikir

Jinan di asteke girîng de nêçirvanî jî dikir

Li gorî lêkolîneke li Başûrê Emerîkayê, beriya dîrokê jinan nêçirvanî jî dikir, lê piştre li derveyî vî karî hatine hiştin.

A+ A-

Lêkolîna pisporên Zanîngeha Kalîfornîa-Davîsê li kovara Scîence Advancesê hate weşandin.

Di lêkolînê de hestiyên mirovan ên li Çiyayên Andê yê Perûyê hatin lêkolîn û şêweyê jiyanê yê mirovên beriya 4 hezar heta 17 salî jiya bûn, hate lêkolîn.

Di çarçoveya lêkolînê de hestiyên 27 mirovan hatin lêkolîn û hate fêhmkirin ku piraniya van mirovan bi çekên xwe yên nêçirê hatine veşartin. Di encama lêkolînê de eşkere bû ku 11 ji wan mirovên ku bi çekên xwe yên nêçirê hatin veşartin jin bûn.

NÊZÎ NÎVÎ JI WAN JIN BÛN

Li gorî rastiya ku heta niha tê zanîn û texmînkirin, beriya dîrokê bi giranî mêran nêçirvanî dikirin. Lê belê lêkolîna dawî radixe pêş çavan ku jinan jî nêçirvanî dikirin.

Li gorî lêkolînê, di nava civakên li Çiyayê Andê de ji sedî 30 heta 50'î yê nêçirvnaan jin bûn.

Hate ragihandin ku hestiyên yek ji van mirovan ên jineke ji 17 heta 19 salî bû û hate diyarkirin ku jin bi kêr û kevirên tûj ên ji bo parçekirina goşt dihatin bikaranîn, hatiye veşartin. Ev hemû amûr jî di nava kîsekî de hatin dîtin.

Li gorî lêkolînê, ev tespîta ku li ser nêçirvaniya jinê hatiye kirin ne tenê li gorî hin hestiyên li herêmekê hatiye tespîtkirin, li tevahiya parzemînê li 107 deverên cuda 429 hestî hatin lêkolîn û di encamê de jî ji 27 mirovên bi çekên nêçirvaniyê hatine veşartin 11 ji wan jin bûn.

ÇIMA LI DERVEYÎ NÊÇIRVANIYÊ HATIN HIŞTIN?

Antropolog hewl didin fêhm bikin ku çima jin li nava civakên nêçirvaniyê li derve hatine hiştin. Li gorî lêkolîna dawî ya bi pêşengiya Randall Haas hate kirin, amûrên ku li Başûrê Emerîkayê ji aliyê nêçirvanan ve hatine bikaranîn, li gorî yên serdema piştî bi hezaran salan hîn hêsan bûn û zarokên mêr li gorî zarokên keç hîn zûtir hînî bikaranîna wan dibûn.

Tê texmînkirin ku zarokên keç beriya ku bi hostatî hînî bikaranîna çekên nêçirvaniyê bibin, ji aliyê zayendî ve mezin dibûn, ji bo zarokan bînin dinyayê û wan xwedî bikin, li derveyî nêçirê dihatin hiştin.

ANF