1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinnews wê ji nûçegihaniyê tawîzê nede
Jinnews wê ji nûçegihaniyê tawîzê nede,jinnews,wê,ji,nûçegihaniyê,tawîzê,nede

Jinnews wê ji nûçegihaniyê tawîzê nede

Nûçegihanên JINNEWS'ê ku pêr polîsan avêtin ser navenda wan û midûr û edîtorên wan destgîr kirin, diyar kirin ku wê ji nûçegihaniyê tawîzê nedin û pênûsa jinan danexînin

A+ A-

Nûçegihana Jinnewsê Şîrîn Çinar anî ziman ku serdegirtina ajansa wan û destgîrkirina hevalên wan, ji aciziya desthilatdariyê ya ji nûçegihaniya jinê û polîtîkaya Kurd cuda nîne.

Ji nûçegihanên Jinnewsê ŞehrÎban Aslan û Şîrîn Çinar têkildarî serdegirtina ajansa xwe de ji ANF'ê re axivîn.

Şehrîban Aslan got, "Deriyê ajansê bi alîkariya wezîfedarê avahiyê vekirin. Ketin hundirê avahiyê, dest danîn ser hard dîskên kompûterên me hemûyan û qertên wan jê derxistin, birin. Ji bilî vê rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşamê her wiha hejmareke kovara Jineolojiyê jî bi xwe re birin. Wekî din du kompûterên me yên ku ji bo montajê me bi kar dianîn ew jî bi xwe re birin. Dema ku em serê sibehê hatin, em ev dîmen dîtin. Ji xwe bêyî ku agahiyê bidin kesî ketin hundir."

JI ÊRIŞÊN LI SER KURDAN CUDA NÎNE

Nûçegihan Şîrîn Çinar jî anî ziman ku zextên li ser ajansa wan û li ser rojnamevanên Kurd nû nîne, bi dehan sal in dewam dikin û got, "Ji xwe li gel êrişên li ser gelê Kurd zext û êriş li medya Kurd jî têne kirin. Êriş nû nîne. Li ser sedema destgîrkirinê jî agahî nedan."

Çinar destnîşan kir ku ew nûçeyan li ser mafên jinan, li ser teşhîrkirina sûcên li dijî jinan amade dikin, desthilatdarî jî ji vê aciz bûye û got, "Bi dehan caran malpera ajansê asteng kirin. Ev zext wê dewam bikin. Em rojnamevan û Jinnews, em ê ti carî gavê bi paş ve neavêjin. Zext wê nikaribin bi me. Heta ku em hebin hem em ê pênûsa jinê nexînin hem jî em ê li ser şopa wan rastiyê raxin pêş çavan."