1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Kurd ên li Ewropayê daketin qadan
Jinên Kurd ên li Ewropayê daketin qadan,jinên,kurd,ên,li,ewropayê,daketin,qadan

Jinên Kurd ên li Ewropayê daketin qadan

Jinên Kud li her devera Ewropayê bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan" daketin qadan û tundiya li jinê, mîlîtarîzm, dagirkerî û qeyûm protesto kirin

A+ A-

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Îtalya Torînoyê bi pêşengiya tevgera jinên Kurd meş hatin kirin û mîlîtarîzm û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurd û tevgerên şoreşger-komunîst ên Tirkiyeyî li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer meşiyan. Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê tevlî meşê bûn. Meşê ji meydana Repûblîqûe dest pê kir û heta meydana Bastîlle dewam kir.

Tevî pankart û flamayên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), flamayên TJK-F, KSB û pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê hatin hildan. Di meşê de polîtîkayên dijminatiya li jinê û qeyûm ên rejîma AKP-MHP'ê hatin şermezarkirin.

Jinan pankartên li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer hildan. Balkêş bû ku gelek jin û zarok tevlî meşê bûn.

Li meydana Bastîlleyê piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê SKB'ê Esra Asiye Guden axivî û belavoka Platforma Demokrasiyê ya Parîsê û peyama TJK-E'yê hatin xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê di çarçoveya kampanya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" meş û mîtîngek pêk hat.

Meşê Şemiyê saet 14:30'î bi pêşengiya YJK û Jin ên Nû li ber gara trenê dest pê kir.

Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê yên HDP'î hate şermezarkirin. Meş li meydana Romerê bi mîtîngekê bi dawî bû.

TORÎNO

Li bajarê Torîno yê îtalyayê, dagirkerî, bomberdûman û darbeya qeyûm a dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Çalakiyê li meydana Pîazza Castello dest pê kir û Kurd tevî dostên xwe tevlî bûn.

Di çalakiyê de dewleta Îtalyayê ji ber firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin, her wiha hate xwestin ku ambargoya li wargeha penaberan a Mexmûrê tê ferzkirin bi dawî bibe.

BORDEAÛX Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo azadî û gurhertinê tu jî rabe ser lingan’ li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li qada Grand Theatre yê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd desteserkirina şaredariyên ... 

 
 
KOLN Li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya pêngavê de bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên li Koln û derdorî wê dijîn meşek ji saet 13:00’an ji pêşiya Katedrala Dom destpê kir û heta Rûdolf...