1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KNK: Li dijî dagirkeriyê divê em xwedî helwest bin!
KNK: Li dijî dagirkeriyê divê em xwedî helwest bin!,knk,li,dijî,dagirkeriyê,divê,em,xwedî,helwest,bin

KNK: Li dijî dagirkeriyê divê em xwedî helwest bin!

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê zemînê yekîtiya neteweyî heye û got, "Partiyên Kurdistanê hemû, divê li dijî êrişan û dagirkeriyê xwedî helwest bin."

A+ A-

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Mûrad anî ziman ku di hevdîtinan de yên bi partiyan û rêxistinên civakî yên sivîl re, wan tespît kirine ku ji bo yekîtiya neteweyî zemînek heye û got, "Em di wê baweriyê de ne ku bi berxwedana neteweyî, bi piştgiriya dost û parêzvanên azadiyê em ê êrişan û hewldanên dagirkeriyê bişikînin."

Mûrad têkildarî helwesta PDK'ê ya der barê hewldanên yekîtiya neteweyî jî got, "Ji bo daxwaza me ya hevdîtina bi PDK'ê re hîn bersiv nehatiye dayin. Me hîn jî nekarîn bi nûnerên wan re hevdîtinê ibkin. Ne bersiveke erênî ne jî neyînî nayê dayin. Divê ew bi xwe eşkere bikin bê çima bersivê nadin. Deriyê me li her partî û rêxistinê vekiriye."

Mûrad diyar kir ku du mehan wan li Başûrê Kurdistanê kar kir û wiha dewam kir, "Bi her awayî divê mirov li ber dagirkeran rabin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêhtir niha bi yekîtiya neteweyî heye. Pirsgirêk dûrî ji şerê navxweyî divê li dora maseya danûstandinê bi rêya diyalogê bên qedandin û çareserkirin. Ji ber ku yekîtî û hevgirtin pêk nehatiye, eniyên parastina Kurdistanê lawaz dibin. Bi navê KNK'ê di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de me hewl da ku partiyên siyasî yên Kurd, fraksiyonên parlamenteran, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên Kurd bibînin."

Mûrad ev bang li partiyên siyasî kir, "Partiyên Kurdistanê hemû, li dijî êriş û dagirkeriyê divê xwedî helwest bin. Di serî de jin û ciwan em bang li her kesên azadîxwaz dikin, ji bo pêşî li şerekî navxweyî bê girtin û dagirkeriya dewleta Tirk bê astengkirin, zextê li aliyên siyasî bikin."

ANF