1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KOVARA DERÛNNASIYÊ PSYCHOLOGY KURDÎ BÛ 4 SALÎ
KOVARA DERÛNNASIYÊ PSYCHOLOGY KURDÎ BÛ 4 SALÎ,kovara,derûnnasiyê,psychology,kurdî,bû,4,salî

KOVARA DERÛNNASIYÊ PSYCHOLOGY KURDÎ BÛ 4 SALÎ

A+ A-

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derçû. Weke ku tê zanîn kovar di sala 2016an de bi dest bi weşanê kir û aniha bi hejmara xwe ya nû ya 10em

4 saliya xwe pîroz dike. Edîtorên kovarê di vê hejmara xwe ya nû de wekî dosyayê berê xwe dane mijara ‘Zayendî û Civakê’. Xwestine ku bi vê dosyeyê bi awayekî

berfireh li ser mijarên ‘zayend, zayendî, zayendîtî, bêpergaliyên erka zayendiyê’ hûr bibin da ku hin pirsên civakê bibersivînin. Bi vê armancê cih dane gelek pisporên vê

qadê û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.

 

Di vê hejmara 10em de;

Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Dîn, Trawma û Bêpergaliya Obsesîf-Kompulsîf -Hevbandoriya Trawma, Reftara Şûştinê ya Kompulsîf û Girêdaniya Dînî

bi Jinên Penaber ên Tecawizkirî re- Xebateke Berawirdkirî” ku Fexriya ADSAY ji îngilîzî wergerandiye, cih dide xebateke xwe ya zanistî û rê û rêbaz, analîza daneyên xebatê û encama

lêkolînê bi xwendevanan re parve dike.

 

Slavoj ŽIŽEK bi nivîsa xwe ya “Qaşo Bihêzbûna Jinê û Herikbariya Zayenda Civakî Amûrên Dawî yên Kapîtalîzma Şirketî ne” ku Necat KESKİN ji îngilîzî wergerandiye, behsa

wê dike ku kapîtalîzm zayendiyê çawa dixe bin bandora xwe û rê li ber xwe-objekirina jinê vedike.

 

Doç. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa xwe ya “Êdî Dinya Bû Qirêj” ku Mahmut CEYLAN ji tirkî wergerandiye, li ser qirêjiya gelek tiştan radiweste û bersiva pirsa ‘divê em bo vê

qirêjiyê çi bikin’ê ji xwendevanan re vedibêje.

 

Prof. Dr. Arşaluys KAYIR li ser mijarên ‘zayend, zayendî, zayendîtî û pirsgirêkên zayendiyê’ yek ji wan kesan e ku gelek xebat û lêkolîn kirine. Li ser van mijaran bi mamoste

re hevpeyvîneke berfireh kir da ku xwendevanên kovarê jê sûd werbigirin.

 

Prof. Dr. Doğan ŞAHİN bi nivîsa xwe ya “Orgazm û Azadî”yê ku Kenan ÖRMEK ji tirkî wergerandiye, dide dû pirsa gelo di navbera orgazm û azadiyê de peywendiyek heye an na?

Heger hebe ev peywendiyeke çawa ye? Şahin li ser vî esasî disekine û bi awayekî hurgilî serê xwe bi vê mijarê diêşîne.

 

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya ‘Hevzayendî û Bêpergaliyên Zayendî û Zayendîtiyê’ bi awayekî berfireh li ser mijarên hevzayendî, bêpergaliyên zayendî û

zayendîtiyê û dermankirina van bêpergaliyan radiweste.

 

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs û Mêrên Vajînîsmûsê, Zayendî û Bêpergaliyên Fonksiyonên Zayendî”yê bi hurgilî li ser vajînîsmûs, bêpergaliyên

fonksiyonên zayendî hûr dibe.

 

Prof. Dr. Cebraîl KISA bi nivîsa xwe ya “Şeva Pêşî Çawa Dibe Sedema Tirsê?” ku Şengul OGUR ji tirkî wergerandiye, bi awayekî berfireh li ser tirsa şeva pêşî radiweste û

sedemên vê ji me re rave dike.

 

Dr. Nurettin BELTEKİN bi nivîseke kirmanckî tevlî me dibe û bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Ruhê Însanan de Nuqteyê Tarî’ behsa girîngiya zimanê dayîkê di perwerdehiyê de û rûdanên

trawmatîk yên têkildarî vê mijarê dike.

 

Dr. Sabahattin ŞEN bi nivîsa xwe ya ‘Seksûalîzasyona Kurdîtiyê di Sînemaya Tirkî de’ ku Siyabend ASLAN ji tirkî wergerandiye, bi hurgilî û bi mînakan behsa sekzûalîzekirina

kurdîtiyê ya di sînemaya tirkî de dike.

 

Herwiha Antropolog Welat RAMÎNAZAD bi nivîsa xwe ya ‘Peywendîya Zayendî û Bedenî de Rijnayişê Ferasetê Bedeno Arzûnêbîyaye’, Derûnnas Baran GÜRSEL bi nivîsa

xwe ya ‘Em Hemû Penaber in, Em Hemû Karker in, Em Hemû Civak in’ ku Reşo RONAHÎ ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ bi nivîsa xwe ya ‘Pratîk û Polîtîkayên li ser

Zayendiyê’, Derûnnasê Klînîkî & Terapîstê Pirsgirêkên Zayendiyê Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya ‘Zayendî û Derûniya Jinan’, Derûnnas Gulistan BARIK bi nivîsa xwe ya ‘Bi

Nêrîneke Dîrokî û Civakî Keçanî’, Şêwirmendê Derûniyê Emrah AKBAŞ bi nivîsa xwe ya ‘Saw û Cûreyên Wê’ di kovarê de cih digirin û mêvanê wan yê ‘Pirs û Bersiv’ê jî şa’ir

Berken BEREH e.

 

Hûn dikarin Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ji pirtûkfiroşan û ji malperên www.pirtukakurdi.com, www.ajansjj.com, www.kitebakurdi.com peyda

bikin.