1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. Kanala BMC biryar da ku êdî rêzefilmên Tirkî neweşîne
Kanala BMC biryar da ku êdî rêzefilmên Tirkî neweşîne,kanala,bmc,biryar,da,ku,êdî,rêzefilmên,tirkî,neweşîne

Kanala BMC biryar da ku êdî rêzefilmên Tirkî neweşîne

Kanala BMC ku 3 roje weşandina rêzefilmên Tirkî daye rawestandin biryara da ku êdî qet rêzefilmên Tirkî neweşîne

A+ A-

Kanala navxweyî ya BMC ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ev 4 sale dest bi weşanê kiriye û bernameyên rengareng diweşîne. Rêveberiya kanal biryar da ku êdî rêzefilmên Tirkî neweşîne.

Kanala navxweyî BMC ku navenda wê li Silêmaniyê, heta niha nêzî 10 rêzefilmên Tirkî weşandiye. Ev sê roj in ti temamî weşandina rêzefilmên Tirkî daye rawestandin. Berpirsê Beşê Nûçe û Siyaseta Kanalê BMC'ê Arya Reşad eşkere kir ku wê ji niha û şûnde zêdetir rêzefilmên Kurdî, Farisî û yên di berjewendiyên  civakê de ne biweşînin.

Arya Reşad diyar kir ku sedema rawestandina weşandina rêzefilmên Tirkî, hestkirina bi berpirsyartiya beramberî civakî ye û got;"Piştî ku dadgehan çend bîlanço belav kirin û li gorî çend lêkolînan parçebûna beşek zêde ya malbatan ji ber sedema rêzefilmênTirkî bûne. Lewma me jî ev biryar da. Ji ber ku ev rêzefilmên Tirkî, qet ne li gorî civaka me nin. Li gel çanda me nabin yek."

Hêjayî gotinê ye ku kalana asmanî ya Kurdsatê jî ji Adara sala 2018'an ve weşandina rêzefilmên Tirkî rawestandiye.

(ab)