1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Karasûngur û şehîdên meha Gulanê li Mexmûrê hatin bîranîn
Karasûngur û şehîdên meha Gulanê li Mexmûrê hatin bîranîn,karasûngur,û,şehîdên,meha,gulanê,li,mexmûrê,hatin,bîranîn

Karasûngur û şehîdên meha Gulanê li Mexmûrê hatin bîranîn

Li wargeha penaberan a Mexmûrê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Bîranîn di şexsê Mehmed Karasungur de ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê ji aliyê Saziya Perwerdê û Hînkariya Mexmûr ve hate lidarxistin

A+ A-

ROJNEWS/MEXMÛR

 

Şevê din di saet 19:00’an de li wargeha penaberan a Mexmûrê li salona konferansê bi tevlîbûna sedan kesî şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn. Bîranîn bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên rêya azadiyê destpêkir û paşê jî mamoste Mihemed Nûrî Babat axivî û got: “Em bi boneya şehîdên meha Gulanê, şehîd Mihemed Karasûngur û hemû şehîdên Perwerdê û şehîdên Kurdistanê em livir kom bûne. Bê gûman kombûna me a li vir wateyek xwe ya pir kûr û dîrokî heye. Her şehîdek me taybetmendiyên xwe yên cûda, cûda heye. Lê belê taybetmendiyên wan ya hevbeş ewe ku ew di oxira welatparêziyê de bi fedekarî canê xwe feda kirin. Ev rûmeteke pir mezine. Ev şehîdên me ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin. Emê keda wan û qehremaniya wan tûcar ji bîr nekin. Em deyndarên van şehîdên xwe ne. Emê heya dawî di şopa wan de bimeşin û wan bidin jiyîn.”

 

Piştî axaftina mamoste Mihemed Nûrî Babat sînevizyona di derbarê şehîdan de hat temaşekirin û piştî sînevizyonê jî belgeyên şehîdan ji malbatên şehîdan re hat dayîn.

 

 

Şeva bîranînê bi helbestên ser şehîdan dewam kir.

 

Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bîjî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî hat.  

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mihemed Karasûngur di sala 1947’an de li Çewlika Bakurê Kurdistanê hatiye dine. Mamostebû. Ji ber xebatên şoreşgerî Sirgûnê Colemêrgê têkirin. Di sala 1978’an de dest ji mamostetiyê ber dide û bi awayeke çalak beşdarî refên PKK’ê dibe.  Di demeke kurt de dibe yek ji rêveberên pêşeng yê PKK’ê. Di sala 1982’an de ji bo sazkirina yekîtiya netewî tê wezîfedarkirin û li ser vê esasê derbasê Başûrê Kurdistanê dibe. Têkoşîneke bihêz ji bo yekîtiya Kurd dide lê, di encama êrîş û komploya hindek partiyên Başûrê Kurdistanê de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehîd dikevin.