1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bang li gel kir
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bang li gel kir,komîteya,tenduristiyê,ya,şengalê,bang,li,gel,kir

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bang li gel kir

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha li Şengalê kes bi vîrûsa koronayê neketiye, lê belê metirsî hîn jî dewam dike û bang li şêniyên herêmê kir ku tevdîrên xwe sist nekin

A+ A-

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê li ser rewşa dawî ya herêmê û metirsiya vîrûsa koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku bi belavbûna vîrûsa koronayê li cîhanê re wan jî ji bo parastina gelê xwe zend û bend ba dan û ji hingî ve bi tevdîrên xwe hewl didin nehêlin vîrûs bigihêje herêma wan.

Komîteyê diyar kir, heta niha li Şengalê kes bi vîrûsê neketiye, lê belê metirsî hîn jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gorî hin agahî û daxuyaniyan, du hêzên ewlekariyê yên Iraqê yên li ser sînor bi vîrûsê ketibûn li nava Şengalê jî geriyane.

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku hay ji xwe hebin û eger zêde pêwîstî pê nebe zêde dernekevin bazarê û bi rengekî girseyî li hev kom nebin.

Her wiha ji mirovan hate xwestin ku dema derketin derve jî maske û lepikan bi kar bînin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê diyar kir ku heta astekê wan amadekariyên xwe ji bo her rewşê kirine û ji bo tenduristiyeke baş a gel wê karê xwe bidomînin.

ANF