1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dawî bû
Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dawî bû,konferansa,saziya,malbatên,şehîdan,bi,dawî,bû

Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Rêzgirtina li hemberî şehîdan, nirx parastin û avakirina jiyana azad e’ 10’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi 400 delegeyan destpêkiribû. Îro bi hilbijartina rêveberiya nû ya Saziya malbatên Şehîdan re konferans bi dawî bû

A+ A-

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Rêzgirtina li hemberî şehîdan, nirx parastin û avakirina jiyana azad e’ 10’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi 400 delegeyan destpêkiribû. Îro bi hilbijartina rêveberiya nû ya Saziya malbatên Şehîdan ku ji du hevserok û 25 rêveberan pêktê konferans bi dawî bû.

Îro bi rêveberiya Hevserokatiya nu ya Saziya malbatên Şehîdan û bi rêveberiya 25 kesî bi dawî bû.

10’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan ku duh li salona konferansê bi diruşmeya ‘Rêzgirtina li hemberî şehîdan, nirx parastin û avakirina jiyana azad e’ û 400 delegeyan destpêkiribû, îro bi rewşên siyasî, rêxistinî, rêziknameya Saziya Malbatên Şehîdan, biryarname, biryarnemeyên di derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku hatibûn amedekirin dewam kir. Piştî vê yekê konferansê bi hilbijartinan hevserokatiya nû û rêveberiya ji 25 kesî pêktê hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya nû ya Saziya Malbatên Şehîdan Hadî Pûsat û Xantur Kara hatin hilbijartin.

Tê payîn ku rêveberiya 25 kesî jî wê di roja çarşemê de li Saziya Malbatên Şehîdan bi Sondxwarinê dest bi kar û xebatên xwe bikin.

Piştî hilbijartina hevserok û rêveberiya nû, axaftina girtinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Wargehê ‘Filîz Budak ve hat kirin. Filîz Budak dubare konferansa saziya malbatên şehîd li tevahî mêhvanên amede, delege, hevserokatiya nû û tevahî malbatên şehîdan pîroz kir.’

Budak wiha dewam kir; “Em hêvîdarin ku ev konferans bibe wesîleya tevahî azadiya Kurd û Kurdistanê. Ji bo vê yekê divê ku em di her qada civakî de xwedî li nirxên ku heta vê rojê em anîne derbikevin. Ji bo ku em bikarin vî barê giran yê li ser milê xwe bidin meşandin, divê ku em kar û xebatek baş di aliyê saziya xwe ya malbatên şehîdan de bikin. Li ser vî esasî ji hemû hevalên ku divê konferansê de ked dayîn û amedekarî ji bo vê konferansê kirine spasiya wan dikin û serkeftinê hevserokatiya nû û rêveberiya nû û tevahî gelê Kurd re dixwezîn.”

undefinedundefinedundefinedundefinedundefined