1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Koçberiya bi zorê yek ji sûcên şer ê Tirkiyê ye
Koçberiya bi zorê yek ji sûcên şer ê Tirkiyê ye,koçberiya,bi,zorê,yek,ji,sûcên,şer,ê,tirkiyê,ye

Koçberiya bi zorê yek ji sûcên şer ê Tirkiyê ye

Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên hovane, pêkanîna komkujiyan, bikaranîna çekên kimyewî yên qedexe gelek sûcên şer ên din jî pêk tîne. Ji wan koçberkirina bidarêzorê û guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

A+ A-

Di vê dema dawî de êdî em gelek sûcên şer girêdayî bikaranîn çekên qedexekirî, îşkencekirina dîlgirtiyan û lîstina bi cenazeyan dibihîzin. Lê di rastiyê de sûcek din a hovane heye û bêdeng rû dide; koçberkirina bi zorê û guhertina demografiya herêmên Sûriyê ye.

Li gorî pergal û qanûnên navdewletî gelek cureyên sûcên şer hene; îşkencekirina dîlgirtina, danûstandina ne baş bi wan re yan jî darvekirina wan, tevî destavêtina jinan, talakirina milkên kesayetî, şuxilandin, koçberkirina bi zorê û qirkirina komî.

Koçberkirina bi zorê ji aliyê navdewletî  ve wiha pênase dibe; kiryarên  hikumetan an jî hêzên nîv leşkerî yan jî komên tundraw li hember kêmneteweyên nijadî yan jî olî yan jî mezhebî bi armanca valakirina axên diyar û bicihkirina komên din li şûna wan.

Koçberkirina bi zorê ji dûrxistin an jî koçberiya neçarî yan jî bê vîn cuda ye. Koçberkirina normal di hundirê sînorê herêmê de bi armanca guhertina demografiya herêmekê yan jî bajarekî diyar rû dide.

Koçberiya bi zorê di nêrîna qanûna navdewletî de

Qanûna navdewletî koçberiya bi zorê wiha pênase kir: derketina ne qanûnî ya komek kesan ji axa ku lê dimînin e. ew wek sûcên şer, sûcên qirkirinê û li dijî mirovahiyê tê hesibandin.

Li gorî pergala Roma ya mirovî ya dadgeha tewanbariyê ya navdewletî, dûrxistin an jî veguhestina bi zorê yên şêniyan dema di çarçoveya êrişek berfireh rû bide yan jî bi zanabûn li dijî komeke sivîl çêbibe, wek sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Madeya 49 a peymana Cinevê ya çaran a 1949`an veguhestina komî ya bi zorê yan jî tekekesî ji kesan re yan jî ji herêmên xwe werin sirgunkirin qedexe dike.

Destpê ji Efrînê bû şerê erdnîgarî û demografîk

Di rastiyê de ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Tirkiyê bera hêzên xwe da hundirê Sûriyê, lê çavên wê li aliyek din bû. Ji destpêkê ve bi lez penaber hemêz kir û zû behsa herêma ewle ji bo penaberan kir. normal e ku ev pirs bê pirsîn çawa wan penaberan li herêmên ku şênî tê de hene werin bicihkirin?. Yanî armanca şer ji destpêkê ve diyar bû. Ew jî guhertina demografiya herêmê. Erdogan bi rêya wê dixwaze timayên xwe yên firehbûnê li herêmên ku wê wek mîrasa pêşiyên xwe yên osmanî  dibîne pêk bîne.

Piştî ku desteka komên çeteyan li hemberî Rejîma Sûriyê kir û qadên berfireh ji Sûriyê kontrol kir, bi Rûsya, Îran û Rejîmê re bi rêya lihevkirina "Herêmên bê çek" li hev hat. Li gorî wê lihevkirinê herêmê li dû hev radestî Rejîmê kir. Bi hezaran çete û malbatên wan ji gundewarên Şam, Heleb û Himsê ber bi herêma Efrînê ve hatin koçberkirin tevî êrişa li ser wê û piştra dagirkirina wê.

Xisletên vê operasyonê ji şanoya wergirtina û radestkirinê di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê de li Cerablus û Babê yên Tirkiyê tevî çeteyên xwe dagir kirine, eşkere bûn.

Tirkiyê di êrişên xwe de li ser Efrînê bi rêya balafir û topavêjên xwe bi zanabûn hîmên jiyanê li Efrînê kir hedef ji stasyonên av, firin, nexweşxane û binesaziya wê.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên baç li sivîlan ferz kirin, tevahiya jêderên jiyanê li Efrînê keysbaz kirin. Her wiha teqîn di nav şêniyan de pêk anîn ji bo ku wan neçarî terkandina mal bikin.

Dewleta Tirk bi pêvajoyeke din berdewam kir, dagirkeriya xwe bi rêya avakirina meclisan, rakirina alên Tirkiyê û vekirina zanîngehan da rûniştandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya plana guhertina demografiya herêmê di 4`ê Mijdara 2019`an de bi zanabûn tevahiya binpêkirinan der heqê şêniyên bajêr de pêk anî. Ji bo ku wan neçarî derketina ji mal û axa wan bike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bi rêya çavkaniyên pêbawer zanî ku Tirkiyê bi plana xwe di dema niha de hewl dide şêniyên Efrînê bi temamî bide koçberkirin û nahêlibin kesek vegere warê xwe, ev jî bi biryara serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan e.

Li gorî çavkaniyên pêbawer ji navnedê diyar kir ku binpêkirinên ku çeteyan li Efrînê pêk tînin, bi fermana istixbarata Tirkiyê ye. Ji bo ku şêniyên mayî jî bidin koçberkirin.

Li gorî çavkaniyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê kesek ji şêniyên Efrînê ji binpêkirinên çeteyan ji talankirin, revandin, kuştin, desteserkirina malan û ferzkirina baçên buha nefilitîne.

Serêkaniyê û Girê Spî pêvajoyek din ji bo domandina projeya tirkî

Piştî Efrînê dewleta Tirk hewl da projeya xwe berdewam bike. Ji ber wê berê xwe da bajarê Serêkaniyê û Girê Spî

Erdogan ji destpêkê ve diyar bû. Ew behsa milyonek û nîv penaberî li Tirkiyê dike ku hewl dide wan derbasî her du herêman bike û li ser hesabê şêniyên herêmê bi cih bike.

Daxuyaniyê Erdogan ên faşîst li dijî kurdan ew tişt teqez kirin. Erdogan koçberkirina bi hezaran kurd ji ber êrişên xwe bi vê gotinê hincet girt: "Ev herêm çolistan e ji kurdan re ne guncew e. lê belê şêwaza jiyana ereban e."

Hinek girêdayî wesifandina armancên koçberiya bi zorê nakok in. Sûrî dibînin ku şer slogan firehbûna neviyên osmaniyan radike û filistînî slogana  wê (ax bê gel û gel bê ax )dibîne.

Erdogan bi hedefgirtina malên şêniyên herêmê bi top û moşekan şênî neçar kir ku ji warên xwe koçber bibin. Her wiha teqînan pêk tîne mîna ku li Silûk û Girê Spî kiriye, ji bo şêniyên mayî jî bide koçberkirin û li şûna wan şêniyên herêmên din bi cih bike.

Ya ku bala mirov dikşîne ew e ku dewleta Tirk niha hewl dide navên şêniyên Idlib, Himsê û herêmên din ji yên ku dixwazin li Serêkaniyê û Girê Spî bijî tomar dike. Ji bo ku wan veguhezîne herêmê. Bi vê yekê demografiya wê biguhere. Ev tişt wek sûcek şer û li dijî mirovahiyê tê hesibandin.

(şx)

ANHA