1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Krîza Qeterê dizaynkirina aboriya Rojhîlata Navîn e
Krîza Qeterê dizaynkirina aboriya Rojhîlata Navîn e,krîza,qeterê,dizaynkirina,aboriya,rojhîlata,navîn,e

Krîza Qeterê dizaynkirina aboriya Rojhîlata Navîn e

Di krîza Qeterê de hemû hêzên navnetewî û herêmî bi riya daxuyaniyên dîplomatîk pozîsyonên xwe diyar kirin

A+ A-

RIHA - Di krîza Qeterê de hemû hêzên navnetewî û herêmî bi riya daxuyaniyên dîplomatîk pozîsyonên xwe diyar kirin. Hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe yan piştgirî dan Qeterê, yan jî li dijî Qeterê derketin. Dewletên ku ewil Qeterê parastin dewleta tirk û Îran bûn. Lê hêzên wekî Almanya û Fransa jî nêzîkatiyên nerm nîşan dan. Rusya nîşan da ku krîza Qeterê Rusya eleqadar nake. Amerîka daxuyaniyên nakokiyî dan. Lew, Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Qeterê daxuyaniyên tund dan, lê Wezîrê Têkîliyên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî daxuyaniyeke nerm da.

HEVALBENDÊ SEREKE TIRKIYE YE

Di krîza Qeterê de piştgiriya herî xurt ji bo Qeterê ji aliyê dewleta tirk, bi taybetî Erdogan ve hat dayîn. Di 9ê Hezîranê de Erdogan der barê krîza Qeterê de daxuyanî da û wiha got: "Weqifên ku ji bo xizmetên cuda li Qeterê hatine avakirin wek rêxistina terorî îlan dikin, tiştekî wisa ne mumkun e. Em ê birayên xwe yên li Qeterê bi tenê nehêlin." Têkiliyên Dewleta Tirk û Qeterê di asta stratejîk de ne, lewra têkîliyên wan asta dewletiyê derbas dikin, ango têkiliyên şexsî ne. Di navbera Erdogan û Emîr Şêx Tamîm Bîn Hamad El Thanî de têkiliyên şaxsî hene. Bi taybet di siyaseta derve ya her du dewletan de têkiliyên şexsî ya her du serokdewletan heye ku ev têkilî têkiliyeke di warê parastinê de fînansekirinê de ye. Projeya “Birayên Misilman” ji aliyê Qeter ve hat fînansê kirin, lojîstîka wê û birêxistinkirina wê ji aliyê dewleta tirk û Erdogan ve hat meşandin. Ji bo vê yekê krîza Qeterê ji aliyê siyasetmedarên ve wekî ambargoyeke dijî dewleta tirk tê nirxandin. Tê nirxandin ku ev krîza Qeterê, weke şerê desthiladariyê ya di navbêra Siûdî Erebîstan û Tirkiyeyê ku bloka sûnî ne de ye. Cigîrê Serokê Parlemena Lubnanê ya berê Elî El Ferzalî daxuyaniyek dabû û wiha gotibû: “Li gor nêrîna min şerê li dijî Qeterê hatiye destpêkirin şerekî li dijî Tirkiyê ye. Eger Qeter piştgiriya xwe ya bi komên terorîst qût bike, dê ev pêngav li dijî Tirkiyeya ku dixwaze giraniya xwe di cîhana ereb de zêde bike, derbeyek mezin be.”

ÇIMA ÎRAN PIŞTGIRIYA QETERÊ DIKE?

Di 5’ê Hezîranê de Alîkarê Kar û Barên Siyasî ya Buroya Serokê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir ku biryara qûtkirina têkiliyên bi Qeterê re tu çareseriyê nayine. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev ne dema girtina sînoran e. Çareseriya guncav nîqaşên heremî ne.” Di daxuyaniyê de jî diyar e ku Îran rasterast piştgiriyê dide Qeterê. Nîşaneya vê ne tenê di hêla siyasî de ye, Qeter û Îran di kaniya gazê ya herî mezin a cîhanê de ya bi nave "South Pars / North Dome Gas-Condensate Field” di navbêra xwe de parve dikin. Kanî di navbera Qeter û Îranê de hatiye dabeşkirin. Milê bakur aîdê Îranê ye, milê başûr jî ya Qeterê ye. Lê di navbera her du dewletan de koordînasyoneke hevpar ji bo kaniyê di meha Nîsanê de ku Qeter ambargoyek li ser hebû hêdî hêdî sist kir û destûr da şîrketan ku çêkirina gazê zêde bikin. Di heman demê de Îran jî lez da çêkirina gazê û zêdetir derdixe. Biryara her du dewletan bi awayekî koordîne bû. Di hêla siyasî de jî hevkariya Qeter û Îranê jî heye, her du dewlet jî li dijî Îsraîl piştgirî didin Hamasê. Di nav welatên kendavê de yê herî nerm nêzî Îranê dibe Qeter e. Di salên herî xeter û krîza di navbera welatên kendavê de derketibûn jî Qeterê dijminatiyeke xûrt bi Îranê re nekiribû.

RÛSYA TEMAŞEVAN E

Rûsya bi daxuyaniyên xwe xwest nîşan bide ku krîza Qeterê zêde wê eleqadar nake. Berdevkê Ragihandina Serokatiya Rûsyayê di 5ê Hezîranê de daxuyaniyek da û wiha got: “Moskowa xwe têkilî karên hundirîn ên welatên kendavê nake. Ji ber ku têkiliya Rûsyayê bi her dewleteke kendavê re heye û xurt in." Rûsya ket pozisyona temaşevanekî. Lê di rastiya xwe de Rûsya ji vê krîza Qeterê razî ye. Ji ber ku bi vê krîza Qeterê re wê zexta li ser rejîma Sûrî kêm bibe, ji ber ku piştgiriya finansê ya sereke ya opozisyona Sûriyeyê ji aliyê Qeter ve tê kirin. Lewra krîzeke di kendavê de tê wateya ku krîz kêm be jî wê ji erdê Sûriyeyê derkeve. Ji bo vê yekê Rûsya hindik be jî pozîsyonekî bêalî girt. Lê tê gotin ku bi taybet di derxestina belgeyên derheqê têkiliyên Qeter a bi El-Qaîdê re tiliyên Rûsya hebûn. Yanî em dikarin bibêjin ku Rûsya ji vê krîzî sûd wergirt.

ALMANYA Û FRANSA

Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel di 6'ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê hevgirtina welatê xwe ya bi Qeterê re aşkere kir û diyar kir ku Trump berpirsiyarê krîza welatên kendava ereban e û şêwaza Trump krîzê di Rojhilata Navîn de zêde dike. Di heman rojî de Wezîrê Karê Derve yê Fransayê jî daxuyanî da û dest nîşan kir ku ew dixwazin krîza Qeterê û nakokiyên wê bi welatên kendavê re bi nîqaşan çareser bibe. Bi riya daxuyaniyên welatên Fransa û Almanya sekna Ewropa jî têkildarê mijarê de diyar dibe. Tê zanîn ku di navbêra Amerîka û Ewropa de hin caran di hêla berjewendiyê de nakokî derdikevin pêş. Siyaseta Trump ji siyaseta Ewropa cûda dibe. Yanî Almanya jî û Fransa jî hewil didin ku têkiliyên xwe hem bi Siûdî Erebîstan re hem jî bi Qeterê re bi awayekî hevsengî bimeşînin. Metirsiya Ewropa jî bê siyasetbûna wî çavkaniya xwe digire. Ewropa jî siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser esasê Sûriye û ji ber tirsa koçberên Sûrî ya li Tirkiyeyê projeya birayên Misilman de bû. Lê ew proje bi ser neket. Lê di heman demê de nikaribû siyaseteke alternatîfî bide avakirin. Lê derfetên Amerîka ya ji bo alternatîfan ji ya Ewropa zêdetir e. Ji bo vê yekê di hêla dizaynkirina Rojhilata Navîn de derfetên wê zêdetir in.

DAXUYANIYÊN NAKOKIYÎ YÊN AMERÎKAYÊ

Hemû hêz pozîsyonekw berbiçav û diyar li hemberê Qeterê girtin. Lê tenê di daxuyaniyên Amerîkayê de nakokî derdikevin. Serokê Amerîkayê Donald Trump gavên welatên kendavê ya li dijî Qeterê wekî gavên sereke ya di şerê dijî terorê de nirxand. Di heman demê de Trump bi riya Twitterê daxuyaniya “Qeter çavkaniya terorê ye” belav kir. Lê daxuyaniyên Pentagonê û Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Rex Tillerson a derbarê Qeterê de nermtir bûn. Pentagon daxuyanî da û got: “Ambargoyên diplomatîk a Siûdî Erebîstan û şeş welatên din a li dijî Qeterê niha bandorê li şerê li dijî terorê nakin. Lê di wadeyeke dirêj de astengin li hemberê şerê dijî terorê.” Rex Tillerson jî dest nîşan kir ku divê krîza Qeter bi riya dîplomasiyê were çareserkirin û bang li hemû welatan kir û xwest “Tansiyonê kêm bikin”. Ev daxuyaniyên Amerîka yên bi nakok di çapemeniya cîhanê de weke beşeke sereke cih girt. Tê gotin ku daxuyaniyên Trump daxuyaniyên şexsî ne. Berî ku Trump bibe serokê Amerîkayê di navbêra Qeter û Trump de nakokiyên di mijara aboriyî de hebûne. Qeter, destûr nedaye projeya avakirina avahiyên ku ji aliyê Trump ve dihat çêkirin.

Lê li aliyê din jî ev daxuyaniyên Trump û saziyên Amerîka ku wek e nakokî dihatin nirxandin, tê nirxandin ku daxuyaniya Trump û Tillerson ne daxuyaniyên nakokiyî ne, her du daxuyanî jî hev temam dikin. Lewra Trump zextê li ser Qeter dimeşîne, Tillerson jî deriyê ‘teslîmbûnê’ ji bo Qeterê vekirî dihêle.

ÇÎNA ROLA XW EXURTIR DIKE

Di nav krîza Qeterê de daxuyaniya herî balkêş ji aliyê Çînê ve hat dayîn. Çîn weke siyaseteke klasîk zêde di mijarên Rojhilata Navîn de reng neda. Di nav 5 welatên sereke ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de tenê Çîn di mijarên derbarê Rojhilata Navîn de bêalî dimîn e. Di 9'ê Hezîranê de li Qazakîstanê di navbêra Wezîrê Karên Derve ya Çînê Wang Yî û Wezîrê Karên Derve ya Îranê Muhammed Cerîf Zerîf de hevdîtinek çêbû. Mijara hevdîtinê ji bo tevlîbûna Îranê ya koordînasyona mijarên ewlekarî ya hevpar ya di navbêra Rûsya û Çînê de hat nîqaş kirin. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de wezîrê Çînê ji wezîrê Îranê Zerîf re gotiye ku aloziyeke di kendavê zirarê dide berjewendiyên giştî yên civaka navneteweyî.

Çîn a ku heta niha li Rojhilata Navîn zêde tevnager nedane der, di demên dawî de bi taybet bi projeya jinûve zindîkirina riya bazirganiyê ya “Riya Hevrîmêşê” rola xwe di Rojhilata Navîn de zêde dike. Heta niha têkiliyên Çînê yên bi Rojhilata Navîn re tenê li ser bazirganiya petrolê bû. Lê ji 2014’an ve Çîn bi taybet di hêla projeyên aborî ya li Rojhilata Navîn, Iraq, kendavê û bi taybet jî li Îran û Siûdî pêş dixe. Çîn niha hewil dide ku di hêla siyasî de li Rojhilata Navîn bibe hêzeke sereke. Çîn di demên dawî de bi taybet li Qeterê projeyên bazirganiyê pêş xist. Li Qeterê ji bo avakirina riyên lojîstîkê, kar û barên şaredariyê 8 milyar dolar dorber kir. Bazirganiya di navbêra Qeter û Çînê ji sala 2015’an heta 2016’an du qat mezin bûn. Lê di heman demî de li Siûdî Erebîstanê jî têkiliyên bazirganiyê pêş xist. Ji ber vê yekê Çîn niha naxwaze aloziyekî di heremê de derkeve, lê raste rast jî naxwaze rengê xwe diyar bike.

EV KRÎZ KRÎZEKE ABORÎ YE

Di asasê xwe de krîza Qeterê krîzeke di warê aboriya Rojhilata Navîn û dewletên ku çav berdaneyê de ye. Di şexsê Iraq û Sûriyeyê de statuya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin.

Di destpêkê de Çîn, Tirkiye, Emrîka, Ewropa û Îranê jî li Rojhîlata Navîn projeyên aborî li ser Qeter, Siûdî Erebîstan û dewletên din yên kendavê dimeşandin û ev bi giştî li Rojhîlata Navîn tê belav kirin. Hêzên Navnetewî niha dixwazin taybet di wê herêmê de dîzaynekê bikin. Kijan Dewlet bi Qeterê re têkilî deyne, ev li ser esasê mijarên aborî ye. Ji bo şerê sêyemîn ê cîhanê Qeter fînasorê sereke yê Tirkiyeyê bû. Ji bo Îranê di nav OPEC û projeyên enerjiyê de li kendavê muxataba sereke ye, ji bo Ewrûpa jî çavkaniyê dorber e. Amerîka jî niha dixwaze aboriya Qeterê teslîm bigire, ji ber ku tevgerandina Çînê zêde bûye. Çîn jî hewl dide ku projeyên aboriyê li Rojhîlata Navîn fireh bike. Di mijara Qeterê de piranî naqokiyên projeyên aborî derdikevin pêş. Ji ber vê yekê di asasê xwe de krîza Qeterê destpêka dîzaynkirina aboriya Rojhîlata Navîn e.

Erdogan Altan - dihaber