1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Krîzê bandorek giran li Yekîtiya Ewropayê kir
Krîzê bandorek giran li Yekîtiya Ewropayê kir,krîzê,bandorek,giran,li,yekîtiya,ewropayê,kir

Krîzê bandorek giran li Yekîtiya Ewropayê kir

Li gorî lêkolînekê ku li tevahiya Yekîtiya Ewropayê hate kirin, sê ji pênc parên nifûsê ji ber Covîd-19 ji aliyê aborî ve tengav bûye. Her wiha nêrîna mirovan ew e ku polîtîkayên yekîtiyê yên li dijî krîzê têrker nînin

A+ A-

Parlamenta Ewropayê lêkolîneke berfireh da kirin û di çarçoveya lêkolînê de li 21 welatên Yekîtiya Ewropayê nêrîna zêdeyî 21 hezar kesî hate wergirtin.

Di anketê de bandora krîza aboriyê ya ji ber şewba Covîd-19 rû da, hate pirsîn. Li gorî anketê, 6 ji 10 kesên li Yekîtiya Ewropayê yekser ketin bin bandora krîzê û ji aliyê madî ve tengav bûne.

Li gorî vê yekê, 30 ji sedî yê nifûsa Yekîtiya Ewropayê ji ber Covîd-19 ji aliyê aborî ve lawaz bûne, 23 ji sedî ya bêkar man, ya jî ketin ber bêkariya demkî.

HER YEK JI HEFT KESAN NIKARE KIRÊ Û FATÛREYÊN XWE BIDE

Yek ji mijara girîng a anketê ew e ku krîzê welê li beşeke girîng a mirovan kir ku nikaribe lêçûnên xwe yên bingehîn pêk bînin. Li gorî vê yekê 14 ji sedî yê beşdaran di vê demê de ketin rewşeke welê ku nikaribin kirê, fatûre yan jî krediyên xwe bidin.

10 JI SEDÎ SERÎ LI MALBATA XWE DAN; 3 JI SEDÎ HATIN BER ÎFLASÊ

Li gorî heman lêkolînê, 10 ji sedî yê mirovan ji ber krîzê ji malbata xwe yan jî hevalên xwe alîkarî xwestin. Her wiha 3 ji sedî jî gotin ku di vê pêvajoyê de 'hatine ber îflasê'.

SÊ JI PÊNC PARAN JI REAKSYONA LI DIJÎ KRÎZÊ NERAZÎ YE

Beşeke girîng a beşdarên lêkolînê gotin, ew ji polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî krîza Covîd-19 nerazî ne. 74 ji sedî diyar kirin ku haya wan ji tevdîrên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî krîzê heye, 42 ji sedî jî gotin ku ew ji tevdîran nerazî ne. Her wiha 69 ji sedî jî destnîşan kir ku di krîzên mîna Covîd-19 de divê erka Yekîtiya Ewropayê zêdetir bibe.

DAXWAZA JI BO PIŞTEVANIYEKE XURTIR

Di vê dema şewbê de kêmaniya piştevaniya welatên Yekîtiya Ewropayê gelek caran ketibû rojevê. 57 ji sedî yê beşdarên lêkolînê destnîşan kirin ku welatên yekîtiyê bi têrkerî piştevaniya hev nakin. Di vê mijarê de herî zêde welatiyên Îtalya, Spanya û Yewnanistanê aciz in.

ANF