1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd jî tevlî Festîvala Dengê Gel bûn
Kurd jî tevlî Festîvala Dengê Gel bûn,kurd,jî,tevlî,festîvala,dengê,gel,bûn

Kurd jî tevlî Festîvala Dengê Gel bûn

Li Festîvala Dengê Gel qeyûm hate şermezarkirin

A+ A-

Festîval bi pêşengiya Volksstimmenfest (Dengê Gel) a bi ser Partiya Komunîst a Awistûrya ve ye, ji 1946'an ve tê kirin. 

Kurdên ku tevlî festîvalê bûn polîtîkayên faşîst ên desthilata AKP-MHP'ê û darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê anîn rojevê.

Li festîvalê ku bi deh hezaran kes hazir bûn HDP'ê û gelek saziyên din ên Kurdistanî û Tirkiyeyî hazir bûn.

Bi vexwendina sendîkaya karkeran KOMÎNTERN'ê û organîzayona Platforma Demokrasiyê Wekîlê berê  yên HDP'ê Lezgîn Botan û wekîla berê ya Partiya Keskan a Ewistûryayê Bêrîvan Aslan jî bi mêvandarî hatibûn ezimandin.

Di panêlê de darbeya 19'ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê weke rojeveke sereke hate nirxandin.

Di roja duyan a festîvalê de, 1'ê Îlonê Platforma Jinan a Demokratîk ji bo Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û ji bo hemû girtiyên siyasî wê meşek were kirin.