1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurtulan: Hevdîtin baş derbas dibin
Kurtulan: Hevdîtin baş derbas dibin,kurtulan,hevdîtin,baş,derbas,dibin

Kurtulan: Hevdîtin baş derbas dibin

Wekîla Serokê Koma HDP’ê ya li parlementoya Tirkiyê Fatma Kurtulan diyar kir hevdîtinên wan ên li gel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê erênî didomin û dazanîn ku hemfikirbûnek li ser domandina diyalogê pêkhatiye

A+ A-

Şandeya dibin serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk de ku duh serdana Herêma Kurdistanê kirin îro jî li Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re dicive.

Şandeya duh li Mesîf a Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, paşê bi Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê û Nûnertiya KNK’ê ya Herêma Kurdistanê re civiya, îro jî wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlementoyê Rêwas Faîq re bicive. Têgotin ku wê şande bi Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî re jî bicive.

Têkildarî armanca hevdîtinên HDP’ê û KCD’ê Wekîla Seroka Koma HDP’ê ya parlementoyê Fatma Kurtulan ji ajansa me re axivî.

Kurtulan diyar kir ku ji bo xurtkirina peywendiyên navbera hêzên Kurd de ew dem bi dem serdana Herêma Kurdistanê dikin û got, “ Li Rojhilata Navîn timî pirsgirêk rû dane. Lewma timî bûye qada şer û pêşî li êşên mezin vekiriye. Ji ber pirsgirêkên hene, pêwîstî bi çareseriyeke mezin heye. Eger em werin li ser çareseriya pirsgirêka jî, dizanin ku çareserî di pêkhatina yekîtiya Kurd re derbas dibe. Kurd li ku bin bila bibin, pêwîstiya wan bi hevgirtin û bihevşêwirînê heye. Pêwîstiya Kurdan bi hatina bahev heye.”

Kurtulan dazanîn ku dema ew bûyer û pêşketinên ku li Tirkiye û herêmê rû didin û asta bandora wan li cîhanê û herêmê didin berçav, pêwîstî bi nirxandina rewşê dîtine û ji bo vê jî dest bi geşteke hevdîtinan kirine. Kurtulan got ku wan di çarçoveya nirxandina van pêşketinan de dest bi hevdîtinan kiriye û got, “Me di vê çarçoveya de dest bi hevdîtinên li gel pêkhateyên Başûr kir. Em bi Birêz Barzanî re civiyan, hevdîtina me erênî bû. Li ser pêşxistin û pêşdebirina diyalogê konsensûsek pêkhat.”

Fatma Kurtulan di dewama axaftina xwede bi taybet behsa girîngiya pêşxistina diyaloga di navbera hêzên Kurdistanî de kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “ Di hevdîtinan de zêdetir em li ser girîngiya hatina bahev û diyalogê sekinîn. Em hemfikirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya diyalog, demokrasî û dadpeweriyê de pêşbikeve. Her wiha di mijara parastin û mezinkirina deskeftiyên Kurd li herderê de jî hemfikirbûnek heye. Dikarim bêjim hevdîtin berhemdar û erênî derbas dibin. Jixwe hîn em didestpêka hevdîtinan de ne, wê bidomin.”

Rojnews (bz)