1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Lewheyek serpêhatiya siwaran vedibêje
Lewheyek serpêhatiya siwaran vedibêje,lewheyek,serpêhatiya,siwaran,vedibêje

Lewheyek serpêhatiya siwaran vedibêje

Kedîkirina hespan û Kurdistan

A+ A-

Kedîkirina hespan heta bi hezaran salan diçe, li gorî texmînan, di destpêka hezarsala duyem beriya mîladê  de hesp pêşî hatine kedîkirin. Sedema sereke ew ku ku bi wan bar bê kişandin. Em her wiha pê dizanin ku herî kêm ji nîvê hezarsala duyem ve jî mirov li hespan siwar dibin, ango emrê siwaran 3 hezar û 500 sal e. Hem weke barhilgir û hem jî weke hespê siwariyê, hespan jiyana mirovan ji binî ve guherand û vê yekê xwe di huner de jî da der. Ev plaka gerdenî ku bi hespan ve dikirin û li ber sînga wan disekinî jî ji dawiya serdema hesin e, ji sedsalên 7 yan jî 8´an beriya mîladê ye û ji welatê Kurdan, ji Loristanê ye.

Kedîkirina hespan û Kurdistan

Hesp li Rojhilata Nêzîk û li Asya Navîn di destpêka hezarsala duyem beriya mîladê hatiye kedîkirin. Di destpêkê de weke heywanekî barhilgir hatiye bikaranîn. Û hîna piştî bi çend sedsalan dikarî weke hespê siwariyê bên bikaranîn. Pê re jî nexasim ji sedsala 11´an beriya mîladê û pêve gelek objeyên hunerî dan der ku li ser wan figurên hespan û siwaran hebûn; xemlên ser depê sîngan, xişir û zengilên hespan, zirxên hespan, lixab. Yek ji cihên ku herî zêde derbarê kedîkirina hespan lê delîl û belge hene li Rojhilatê Kurdistanê li keviya gola Urmiyeyê, li devera Hesenlû hatine dîtin, wê demê Loristan bûbû navenda hilberîna van xişir û alavên siwariyê.

Lixabên cihêreng

Lixab beşeke girîng a rixabê hespan e. Rixab ji qayîşa jê re lizgîn tê gotin, xelekên wê yên hesinî û lixab pêk tê. Jixwe, heger lixab li devê hespê nehatibe xistin, jê re hevsar tê gotin. Ango lixab bi navekî din gem beşeke girîng a kontrolkirina ajotina hespan e. Herçî lixab e ji du beşan pêk tê, bisteke piçûk a ji bronz yan jî hesin ku di nava devê hespî de tê bicihkirin û mertalkên piçûk ên li her du seriyên vê bistê ve tên kirin ji bo parastina herdu aliyên devê hespî. Ev mertalkên hanê pirranî metal jî bin carinan ji qiloçên gakovî û xezalan jî tên çêkirin. Herçî plak in, ew ji bronzê dihatin çêkirin.

Ji serdema duyem a hesin, li Loristanê lixab hatine çêkirin ku li keviyên wan pişkokên hesinî hene û ev jî rastî sedsalanên 9 û 10´emîn beriya mîladê tê. Ev berdilk an jî gerdeniya bi lewheyên hesinî ya hespî, ji serdema hesin a sêyem e ku rasta sedsala 8 û 7´an beriya mîladê tê. Dawiya rikêbê bi lewheyan ve tê girêdan da ku destûrê bide kesê siwar hespî biajone.

Ji heywanên xeyalî

ber bi heywanên rastî ve

Ev lewhe fera cotekî bûye ku fera din niha winda ye. Ev lewheya li ber destê me heywaneke xeyalî resm dike, ku berê rûyê xwe daye kesê lê dinihêre. Ev heywaneke bi serê mirovan a rastî gayekî bi serê mirovan e tevî qiloçên li serê xwe îşaret bi xwedawendiyê dike. Baskên vê heywanê bi wî rengî hatine çêkirin ku heywaneke kovî ya amade ye êrişê bike, nîşan bide. Gelekî muhtemele ku bi çerm yan jî tekstîlê ev lewhe hatibe nermkirin ji bo ku devê hespê xwe neêşîne. Em li vir bibêjin, bi demê re li şûna van heywanên xeyalî, resmkirina heywanên mîna piling, leopar, ga û hespan girt.