1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê Komeleya Wêjevanên Kurd hate vekirin
Li Amedê Komeleya Wêjevanên Kurd hate vekirin,li,amedê,komeleya,wêjevanên,kurd,hate,vekirin

Li Amedê Komeleya Wêjevanên Kurd hate vekirin

A+ A-

Komele ji aliyê 7 nivîskarên Kurd ve hate avakirin, li taxa Dîclekentî ya Peyîzava ya Amedê hate vekirin.

Di vekirina komeleyê de li gej Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (TDK) Bedran Ozturk, gelek nivîskar û rêveberiyên saziyên civaka sivîl û komeleyan amade bûn.

Hevserokê Komeleya Wêjevanên Kurd Hogir Berbir di vekirina komeleyê de axivî û diyar kir ku piştî Rewşa Awarte ya hate îlankirin komeleya nivîskaran hatibû girtin.

Berbir diyar kir ku daxwaz kiribû ku komeleyê ji nû ve vekin, lê hatibûn astengkirin û got: “Me jî bi vekirina Komeleya Wêjevanên Kurd, li gel nivîskar û wêjevanên Kurd karê xwe bidomînin.”

Berbir got: “Deriyê me ji bo her kesê vekiriye. Ji bo zimanê me çi pêwîst be em ê bikin. Ji bo yekîtî û hevrebûnê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Hevseroka din a komeleyê Sûltan Yaray jî got: “Em ê bi hev re hêzê bidin xebatên wêjeyê. Her çendî me bi heft kesan jî komele vekiribe jî, em hêza xwe ji we digirin û em ê bi hev re vê xebatê bikin. Em ê wêjeya xwe pêş bixin û bihêz bikin.”

Piştî axaftinan û şûnde helbest hatin xwnedin û dengbêjan jî kilamên xwe pêşkêş kirin.

ANF