1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Amerîkayê salane 1300 zarok tên kuştin
Li Amerîkayê salane 1300 zarok tên kuştin,li,amerîkayê,salane,1300,zarok,tên,kuştin

Li Amerîkayê salane 1300 zarok tên kuştin

A+ A-

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî lêkolînek hikûmî li Amerikayê ku ji aliyê Navenda Kontrol û Piştgirî kirina Nexweşên Amerîkayê ve hatiye kirin, salane 580 zarok li Amerikayê bi gulle reşandinê birîndar dibin û salane 1300 zarok jî tên kuştin.

 

Di rapora wê navendê de wiha tê gotin: "Ji sedan 82'ê zarokên tên kuştin kurin. Ger mirov kuştina zarokên reşik bi yên din re bîne beranberî  hev 10 qatê zarokên din yên Amerikayê ye."

 

Rêveberê  Navenda Kontrol û Piştgirî kirina Nexweşên Amerîkayê Katrîn Falêr têkildarî mijarê ji Ruitersê de wiha got: "Rojane li Amerikayê 19 zarok ji ber gulle reşandinê tên kuştin. Ev bîlonaçû ji sala 2015'an heta sala 2017'an ji sedan 60 zêde kiriye."