1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Germiyan pêşangeha li ser Enfalê hat lidarxistin
Li Germiyan pêşangeha li ser Enfalê hat lidarxistin,li,germiyan,pêşangeha,li,ser,enfalê,hat,lidarxistin

Li Germiyan pêşangeha li ser Enfalê hat lidarxistin

Di dewama çalakiyên 29. salvegera sûcê Enfalê de, ragihandin û çapemeniya Germiyan pêşangahek wêneyan a binavê ‘Şîna Enfalê bi çavê kamîreyan’ li Germiyan lidar xist

A+ A-

BERHEM LETÎF/ GERMIYAN / ROJNEWS


Îro saet 09:00’ê beşê Ragihandin û Çapemiya Germiyan bi dirûşma ‘Şîna Enfalê bi çavê kamîreyan’ pêşangehek wêneyan ji bo wênegir Kawe Casim li Dîwana Rêveberiya Germiyan lidar xist.

 

Berpirsê beşa Ragihandin û Peywendiyan ê Rêveberiya Germiyan Heval Îbrahîm ji ajansa me re wiha axivî; “Di çarçoveya çalakî û amadekariyên ji bo 29’emîn salvegera sûcê Enfalê de, weke Ragihandin û Peywendiyan a Rêveberiya Germiyan, me ev pêşangehe ji bo wênegir Kawe Casim li Dîwana Rêveberiya Germiyan vekir.”

 

Heval Îbrahîm got; “Di pêşangehê de 29 wêne hatin pêşkêşkirin. Di vê pêşangehê de wêneyên hatin pêşkêşkirin, bal dikişîne ser êş û şîna xizmên qurbaniyên Enfalê.”

 

 

Pêla Enfalê ji aliyê rejîma rûxayî ya Baas bi 8 qonaxan li dijî gelê sivîl ê Başûrê Kurdistanê pêk hat. Di encamê de 182 Kurdên sivîl ên Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin.”

 

Qonaxên Enfalê di 23’ê Sibata 1988’an destpê kir û di Îlona 1988’an de piştî rûxîna hemû gundên Başûrê Kurdistanê bi dawî bû. Qonaxên Enfalê wiha bûn, qonaxa yekem li Geliyê Cafayetî, qonaxa duyem li navçeya Qeredax, qonasa sêyem li herêma Germiyan, qonaxa çarem li navçeyên Qelasêwke û Geliyê Zêy Biçûk, qonaxa pênc, şeş û heftem li navçeyên Şeqlawa û Rewanduz, qonaxa heştem û dawî li herêma Behdînan pêkhatin.

 

14’ê Nîsanê hemû salê weke salvegera sûcê Enfalê hatiye diyarkirin û hemû sal di meha Nîsanê de bi vê boneyê çend çalakiyên cûr bi cûr tên lidar xistin.

 

 

 

 

 

 

(rn)