Li Herêma Kurdistanê 1’ê Gulanê û rewşa karkeran
Li Herêma Kurdistanê rewaşa jiyana karkeran ji ber krîza darayî û neparastina mafên wan di rewşek ne baş deye. Serokê Sendîkaya Bînesaziya Karkeran Osman Zîndanî ji hikûmetê xwest ku ji bo karkeran asankariyê bike û li gorî yasa mafê wan radestî wan bike
RÊZAN MIHEMED/SILÊMANÎ
1'ê Gulanê roja Karkeran a Cîhanê ye. Li Herêma Kurdistanê jî weke Cejna Karkeran tê naskirin. Di vê rojê de Karker bi çalakiyên cûr bi cûr daxwaza mafên xwe dikin. Ajansa me jî hewl dide bi vê dosyayê rewşa karkeran ya li Herêma Kurdistanê bi zimanê karkeran vebêje.
Subhan Heme Emînê (26) ciwanek yê bajarê Helebceye û bavê du zarokane. Rojane ji bo bidestkeftina karekê ji bajarê Helebce diçe bajarê Silêmaniyê. Lê weke ku ew bi xwe jî dibêje dest vale vedigere mala xwe.
Subhan Heme Emîn li dijî hikûmet û sendikaya karkeran nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha got: "Ne hikûmetê û ne jî sendikayê ji bo me karkaran tiştek nekiriye. Ji ber wê jî di roja 1'ê Gulanê de ez dixwazim ku bilançoya bêkariya me bigire û hikûmet ji me re karekê bike."

Ehmed Elî jî yek ji welatiyên navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahaddinê ye. Wî jî bi heman şêweyî ji bo peydakirina karekê û debara jiyanê berê xwe daye bajarê Silêmaniyê. Ehmed Elî têkildarî pirsgirêkên xwe yên karkirinê wiha got: "Ev demeke ez ji bo karkirinê hatime Silêmaniyê. Lê tu kar ninin û ez her roj bi destê vale diçim mal. Ez demek berê li Hewlêrê bûm. Li wir jî şert û mercên karkirnê ji bo kesên ji derve zehmete. Polîs nahêlin em bisekinin jî. Me derdixe û davêje dervey bajêr.”

Serokê Sendikaya Binesaziya Karkeran Osman Zîndanî jî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Di aliyê yasayî, aborî û civakî de rewşa karkeran li Herêma Kurdistanê xirabe."
Osman Zîndanî anî ziman ku di aliyê mafê karkeran de hêj di aliyê yasayî de valetî heye û got: "Di aliyê yasayî de ji bo mafê karkeran hîn valetiya yasayî heye.”

Osman Zîndanî ev jî got: "Li gorî yasayan xwediyê kar tên mecbûrkirin ku hevpeyman, destûr, destheq, Teqawitbûn û selametiya tenduristiyê ji bo karkeran bike. Lê beşek mezin xwediyê kar van yasayan pêk nayînin. Vê yekê jî bandor kiriye ku karê beşek mezin ya karkeran nebe yan jî destheqê wan kêm be. Destûra wan nebe û wan ji kar bavêje. Ji bilî vê jî krîza aborî û siyasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wisan kiriye ku bi sedan û hezaran karker di beşên cû bi cûr de li herêmê bê kar bin."
Osman Zîndanî anî ziman ku li welatên pêşkeftî ku dewleta wan rastî krîzên darayî tên karker bê kar dimînin, lê sîgorteya bêkariyê heye ku karker pişta xwe bidinê û got ku lê li Herêma Kurdistanê ew sîgorte nîne.
Osman Zîndanî têkildarî hewldanên sendikaya wan ya ji bo parastina mafê karkeran jî wiha got: "Me kariye ku em beşek pereyê mezin yê karkeran ku hatibûn xwarin ji bo wan vegerinin bê biçin dadgehê. Me bi xwe li gel xwediyên kar li hev kir û me guftûgo kir. Di sala 2016'an de zêdetirî hezar pirsgirêkên li sendikaya me hatine qeydkirin. Me kariye beşek zêde rewaneyî polîsan bikin û beşekê jî rewaneyî dadgehê bikin. Her wiha me kariye em beşekê ji li gel xwediyên kar li hev bikin. Bi van hewldanan me kariye em 700 milyon dînar ji bo hezaran karker vegerînin."
Osman Zîndanî bal kişand li ser pirsgirêkên karkerên biyanî û karkerên ji parçeyên din yên Kurdistanê ku ji bo kar hatine Herêma Kurdistanê û wiha got: "Piraniya karkerên Rojilat di bin navê geşt û seyranê tên ku tenê 15 roj destûr ji wan re tê dayîn. Lê tên vir kar dikin. Hinek car hene ku, gava demê wan bi dawî dibin xwediyên kar wê xetê derbaz dike û pereyê wan nade. Her roja ku dimînin jî bi 25 hezar dinar tên ceza kirin. Ev pirsgirêke cidiye ji bo karkerên biyanî. Bi taybetî jî ji bo karkerên Rojhilat."
Serokê Sendikaya Binesaziya Karkeran Osman Zîndanî di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Pêwiste hikûmet di rênamayîyên xwe yên Îqa û mayîna karkeran de asankariyekê çêke. Ew pereyê ku ji wan distînin kêm bike. Her wiha ez ji karkerên biyanî jî dixwazim ku têne bila bi rêyên Yasayî bên û hewl bidin xwe bi sendiyakan bidin naskirin. Ji ber ku gava her pirsgirêkek ya wan hebe serî li sendikayan bidin."
(rn)
