1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Kobanê Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan
Li Kobanê Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan,li,kobanê,mihrîcana,sêyemîn,a,zarokan

Li Kobanê Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan

Bi sedan zarokên herêma Firatê xwe amade dikin ku beşdarî Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan bibin. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopptamya û Kevana zêrîn sponseriya mihrîcanê dikin

A+ A-

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li bakurê Sûriyê amadekariya Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan dike. Dê mîhrîcan bi dirûşmeya `Zarok mîrasa hunera azad in` were lidarxistin.

Mihrîcan wê di 17`ê Îlonê de destpê bike û di 19`ê Îlonê de bi dawî bibe. Di roja yekemîn a Mihrîcanê de, wê zarok bi cilên gelêrî û amûrên muzîkê bimeşin.

Komên hunerî yên ji Reqa, Tebqa, Minbic, Girê Spî û Kobanê ji beşên cuda mîna stran, govend û şano tevî behreyên takekesî beşdarî mîhrîcanê bibin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya û Kevana Zêrîn sponseriya mihrîcanê dikin. Armanca wan ew e ku şarezayên zarokan di warê hunerî de pêş bixin û ji azarên şer dûr bixin.

(şx/bm)

ANHA