1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mexmûrê Duyemîn Turnûva Futbolê ya Pîremêran dest pê kir
Li Mexmûrê Duyemîn Turnûva Futbolê ya Pîremêran dest pê kir,li,mexmûrê,duyemîn,turnûva,futbolê,ya,pîremêran,dest,pê,kir

Li Mexmûrê Duyemîn Turnûva Futbolê ya Pîremêran dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê 2’emîn Turnuvaya Pîremêran bi lîstoka benkêşanê despêkir. Piştî benkişanê tîma semta 1 û tîma Semta 4 hatin beramberî hev û tîma semta 4 bi ser ket

A+ A-

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgerên Ciwanên Mexmûrê 2’emîn tornovaya pîremîran hat despêkirin. Beriya ku tornova were destpêkirin deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Mexmûrê Dijwar Kara ve axaftina vekirinê hat kirin.

Kara wiha got: “ Ev 2’yemin tornovaya pîrmêran li Mexmûrê tê lidarxistin, tornovaya îsal li ser bîranîna hemû şehîdên meha Hezîranê hatiye despêkirin û hemû  şehîdên vê mihê birêzdarî bibirtînin. Tornovaya pîremêran wek kevneşopiyek hatiye û moral dide gelê me ji bo vê yekê ji îsal wek Tevgera Ciwanê Mexmûrê em pêşengtiya vê tornovayê dikin. Wê tornova bi qasî mehekê bidome. Piştî tornovaya pîremêran wê tornoveya ciwanên Wargihê despêbike.”

Dijwar Kara di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji bo tevahî girûpan xwest.

Tornova bi lîstika ben kêşanê desêkir, di lîstoka ben kişanê de tîma semta 1 biserket piştî benkişanê tîma semta 1 û tîma semta 4 hatin beramberî hev. Leyîstok bi serketina tîma semta 4 bi encama 3 bi 1 bi dawî bû.

undefinedundefinedundefinedundefined

(kş) Rojnews