1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Qendîlê turnovaya futbolê ya ‘Bazên Zagrosê’
Li Qendîlê turnovaya futbolê ya ‘Bazên Zagrosê’,li,qendîlê,turnovaya,futbolê,ya,bazên,zagrosê

Li Qendîlê turnovaya futbolê ya ‘Bazên Zagrosê’

Komeleya Ciwanên Welatparêz û Şaredariya Binarê Qendîlê di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ de turnovaya futbolê ya bi navê Bazên Zagrosê dan destpêkirin

A+ A-

Duh êvarê li Binarê Qendîlê ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêz û Şaredariya Binarê Qendîlê ve di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ de turnovaya futbolê ya bi navê Bazên Zagrosê hat destpêkirin.

Ji beriya turnova destpê bike, daxuyaniyek hat dayîn û ev hate gotin: “Em Ciwanên Welatparêz ên Qendîlê di çarçoveya kampanya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi hevbeş li gel Şaredariya Binarê Qendîlê tunovayek futbolê bi navê Bazên Zagrosê didin destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin wê 17 tîmên futbolê bi dirûşma ‘Werin Cenga Azadiyê’ tevlî turnovayê bibin.

ANF

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ew ê wek ciwanên Binarê Qendîlê heta dawiyê li dijî dagirkerî û xeyalên Osmanî yên dewleta Tirk rawestin.