1. Hemû Nûçe

  2. Berhevk

  3. Li Reqayê şervanekî çînî: Min xwest şoreşê bijîm
Li Reqayê şervanekî çînî: Min xwest şoreşê bijîm,li,reqayê,şervanekî,çînî,min,xwest,şoreşê,bijîm

Li Reqayê şervanekî çînî: Min xwest şoreşê bijîm

A+ A-


 

REQA - Şervanê QSD'ê yê ji Çînê balê dikişîne Huang Lei wiha got: "Li vir hemû kes jiyana hevpar înşa dikin. Li vir ji bo mirovahiyê hin tişt tên bidestxistin. Divê ev baş bê dîtin. Di refên QSD'ê de em dikarin bibin şahidê hemû cudatî û dewlemendiya Sûriyeyê. min nexwest temaşe bikim, min xwest şoreşê bijîm."

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya ji bo Tabqayê bi dorpêça 3 aliyan ve didome. Di navbera şervanên ku riya Reqa û Tebqayê girtine û DAIŞ'ê de şer didome. Di refên pêş ên operasyonê de şervanekî ji Çînê hatiye balê dikişîne. huang Lei (Sîpan) ê beriya 2 salan hatiye Rojava diyar kir ku şoreşa li Rojava berdewam dike ji şoreşên din ên cihanê cuda ye û dixwaze vî bi pratîka xwe ve bijî, ji bo êşên ku gelên Sûriyeyê bi dawî bikin jî tevlî operasyona Reqayê bûye.

JI ZANÎNGEHA MANCHESTERÊ BER BI ROJAVA

Sîpan diyar kir ku 25 salî ye û li Beşa Politîkayê ya Zanîngeha Manchesterê Îngilistanê dixwend û berê xwe dayê Rojava, zanîngeha xwe xilas nekiriye û tevlî refên şoreşê bûye. Sîpan got ku ji ber ku nexwestiye tenê bişopîne bi pratîka xwe ve bijî derketiye rê û hem çûye saziya ziman û hem jî bi alîkariya hevalên xwe hînî kurdî bûye.

JI BO MIROVAHIYÊ HIN TIŞT...

Sîpan kêfxweşiya xwe ya ji bo cihgirtina eniyên Tebqayê anî ziman û wiha got: "Li vir ereb, kurd û tirkmen hene. Vî şoreyê gelên ku bi salan ji hev dur hatine xistin anî cem hev. Li vir hemû kes jiyana hevpar înşa dikin. Li vir ji bo mirovahiyê hin tiş tên bidestxistin. Ger ev şoreş tenê şoreşekî etnîkî bûye wan ê ereb û tirkmen qetil bikira, tune bihesibanda. Ji ber vê yekê ji şoreşên din ên cihanê cuda ye. Divê ev baş bê dîtin. Di refên QSD'ê de em dikarin hemû dewlemendî û cudatiya Sûriyeyê bibînin. Jibilî vê jî li her derê cihanê mirov diherikin vê derê."

'EZ HATIM BERÊ HEBÛNÊ'

Sîpan da zanîn ku dema ku nû hatiye Rojava çapemeniya tirk der barê wî de nûçe çêkirine û wekî "terorîst" nîşan dane, ew ji bo ku bi gelên ku şerê hebûnê didin ve be hatiye û wiha berdewam kir: "Ger wisa bûye gelên li virevqas bi dilgermî pêşwazî nedikirin. Gel di nava aştiyê de dijîn. Zarokên ku hêmayên herî zindî yên jiyanê ne bi awayeke azad dikarin bilizîn. Dema ku ez diçim kolan û cadeyan ev mirov tên cem min. Pir germ nêzîkî min dibin. Mêvanperwerî di ruhê vî şoreşê de heye. Ev ji bo min bes bû. Ev di civakên rojavayî de nayê dîtin lê di vî çandê de heye."

'EZ DIXWAZIM LI VIR BIJÎM'

Sîpan diyar kir ku di 2014'an de DAIŞ'ê li Sûriyeyê bi hezaran kes qetil kir, navenda qetilkirinê jî Reqa ye, Reqa li axa Sûriyeyê wekî navenda êşê tê zanîn, ji bo êşên gelên Sûriyeyê bi dawî bike ber bi Reqayê ve dimeşe. Sîpan destnîşan kir ku ji bo mayîn û jinayê piştgiriya herî mezin ji bavê xwe digire û axaftina xwe bi dawî kir: "Bavê min her tim piştgiriyê dide min. Dixwaze ez hîn bibim. 2 sal in li vir im. Heta ku şer û şaroşa li vir temam bibe ez ê li vir bim. Ger ku tiştekî din dernekeve ez dixwazim li vir bijîm. Ger ku piştî vê derê şoreşên din ên welatên din hebe ez ê biçim wê derê jî. "

Nazim Daştan-dîhaber