1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Rojhilatê Kurdistanê jin jî neçarî kolberiyê hatine kirin
Li Rojhilatê Kurdistanê jin jî neçarî kolberiyê hatine kirin,li,rojhilatê,kurdistanê,jin,jî,neçarî,kolberiyê,hatine,kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê jin jî neçarî kolberiyê hatine kirin

Ji ber zêdebûna bêkarî û rewşa aborî ya her diçe xera dibe, beşek ji jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo jiyana xwe berê xwe dane kolberiya ku karekî pir bi tehlûke ye. Sê xwişkên ji ber dayik û bavê wan nexweş in û jineke bi hevserê xwe re ji bo debara xwe dest bi vî karî kirine, hinek ji wan kesan in

A+ A-

Rojên agahiyên çîrokên trajîk ên têkildarî mirin û qetilkirina kolberan nayên kêm in. Temenê wan kesan ku ji 14 salî dest pê dikin digihîjin heta 70 salî. Dijwariya jiyanê wer kiriye ku li Rojhilatê Kurdistanê jin jî ketine rêya kolbertiyê.

Kolberî niha weke demên berê tenê karê mêr û zarokên kur nîne. Jin û dayik jî girtiye nav xwe ku her yek ji wan ji ber sedema sereke ya bêkarî û hejariyê berê xwe didin rêyên dijwar ên çiyayan. Serma, germahî, her wiha jidestdana jiyana xwe, kêmendamtî, seqetî, karesata sirûştî, yan jî guleyên rejîma Îranê û kuştina xwe didin ber çavan.

Tevahî kolber li gel mirinê ji bo jiyanê di nav şer û têkoşînê de ne. Ev karê bi tehlûke piranî bi mirinê encam dibe. Her çi qasî ne bi hûrgilî bin jî li gor îstatîstîkan, sedema sereke ya mirin û birîndarbûna kolberan di encama destwerdana yekser a hêzên Îranê de pêk tên. Desthilatdariya Îranê çendîn caran diyar kiriye ku wê pirsgirêka kolberan û bêkariyê çareser bike. Lê heta niha tiştek nehatiye kirin.

Her wiha bûyerên xwezayî û sirûştî jî yek ji sedemên ku dihêle kolber bibin qurban. Berf, qerisîna ji ber sermayê, ketina xwarê û xeniqandin yên herî zêde di vê rêya kolberiyê de tên dîtin in. Di van bûyeran de gelek caran zarok û kesên bi temen dibin qurbanî.

Her çi qasî îstatîstîkeke bi detay nîne jî, li gor agahiyan xwecihî, li Rojhilatê Kurdistanê herêmên Hewraman, Pawe, Selas Bawecanî û Pîranşar jin jî kolberiyê dikin. Demekê ku jinên ev kar dikirin temenê wan di ser 50’î re bû jî niha jinên ciwan û yên zanîngeh qedandine jî dest bi kolberiyê kirine.

Beşek ji wan jinan cil û bergên mêran li xwe dikin, beşek jî bi cil û bergên xwe yên Kurdî vî karî dikin.

Kesên zanîngeh qedandine ku dest bi vê karî kirine, di nav wan de jin û xortekî ji herêma Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê yên paşê zewicîne jî ji ber tinebûna kar dest bi kolberiyê kirine û vî karî hê jî didomînin.

Mînakeke din jî sê xwişkên ji Sales Bawecanî ne ku ji ber dayik û bavê wan nexweş in, dest bi kolbertiyê kirine û bi vî awayî debara xwe dikin.

ROJNEWS (yş)