Li Safsafah û sê taxên Tebqayê şer giran bûye
REQQA – Di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de li 3 taxên bajarê Tebqa û li gundê Safsafah a rojhilatê bajar şerên giran rû didin. Di şer de heta niha herî kêm 20 çete hatin kuştin.
Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di Bendava Firatê û hin taxên derdorê de hatin dorpêçkirin, êrîşên çeteyan ji hundir û derve de zêde bûn.
Vê sibehê saet 05.30’an de çeteyên DAIŞ`ê ji milê Reqqayê ve bi hejmarek mezin û bi çekên giran êrîşî gundê Safsafah kir. Li gundê ku 4 kîlometre li rojhilatê Tebqa ye heta van kêliyan şer bi hemû dijwariya xwe berdewam in û derbarê encamên şer de agahiyên zelal nehatine girtin.
Li 3`yê taxên Tebqayê (Hey Ewwel, Tanî û Salis) de jî şerên ku duh êvarî destpêkiribûn tevahiya şevê dewam kir. Heta niha herî kêm 20 çete hatin kuştin.
Di şerê ku li her 3`yê taxan niha jî berdewam e de şervanan heta niha maşîneyeke zirxî ya Hammer, maşineyek Reo a leşkerî(Zîl), maşîneyek Pick-Up, yek B-7, çekek Law, Hawanek 120 mm û qaîda wê, çekek Kalaşnikof û 4 qutî fişekên kalaşnikof, Katyuşa û 76 roketên wê, 2 çekên sekvan yek jê (23 mm.), 100 guleyên Obus (Medfaîye), 2 dûrbînên şevê û 2 cetwelên Hawanê, 2 bêtêlên dijital Hytera û gelek alavên dîn ên leşkerî û teknîkî jî desteser kirin.
Şer li 3`yê taxên Tebqa û derdora bajar li milê rojhilat heta van kêliyan bi dijwarî berdewam e.
(aç/kc)
ANHA
