1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sêmalkayê PDK tê şermezarkirin: Em cenazeyên xwe dixwazin!
Li Sêmalkayê PDK tê şermezarkirin: Em cenazeyên xwe dixwazin!,li,sêmalkayê,pdk,tê,şermezarkirin,em,cenazeyên,xwe,dixwazin

Li Sêmalkayê PDK tê şermezarkirin: Em cenazeyên xwe dixwazin!

Çalakiya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bi encamên Kongreya Star û Meclîsa Navçeya Til Temirê dewam dike. Çalakgeran bang li PDK'ê kirin û gotin, "Hûn çi dikin bikin, em ê cenazeyên xwe werbigirin."

A+ A-

Li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, çalakiya ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan hate destpêkirin li gel baran û sermayê bi biryardarî dewam dike.

Çalakî kete roja 74'an. Koma Dirbêsiyê çalakî radestî koma ji Til Temirê kir, ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişê dibe ser vê qadê.

Koma ji endamên Meclîsa Navçeya Til Temirê û Kongreya Star, ji bo çalakiyê dewr werbigirin ber bi qada konê çalakiyê ve meşiya û ji aliyê koma Dirbesiyê ve hate pêşwazîkirin.

'ÇI DIKIN BILA BIKIN EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'

Bi navê koma ji Til Temirê li ber konê çalakiyê daxuyaniyek hate dayin. Endama Rêveberiya Kongreya Star a Til Temirê Semer Xelîl bi bîr xist ku du me û nîv e ku ew daxwaza cenazeyên gerîlayan dikin û got, "Em cenazeyên xwe ji wan dixwazin. Lê ew Pêşxabûrê digirin û hewl didin zerarê bidin. Em tenê daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin. Çi dikin bila bikin em ê serî netewînin û di daxwazên xwe de bi israr bin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" û "Bimire xiyanet" bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê koma Dirbesiyê serketin ji çalakgerên nû re xwest û çalakî dewrî koma nû kir.

ANF