1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şarezûrê vekolandinên cihên dîrokî didomin
Li Şarezûrê vekolandinên cihên dîrokî didomin,li,şarezûrê,vekolandinên,cihên,dîrokî,didomin

Li Şarezûrê vekolandinên cihên dîrokî didomin

Lêgerin û vekolandina cihên dîrokî yên li Şarezûr hatî dîtin, berdewam dike. Li gorî berpirsê tîma lêgerînê heta niha 7 gor dîtine û dîroka wan jî heta ji berî zayînê hezar salî diçe

A+ A-


Nêzî duh hefteyane tîmek Zanîngeha Çubû ya Japonyayê li gel Rêveberiya Şûnwariya Silêmaiyê li girê Yasîn Tepe yê gundê Bêstansur ya herêma Şarezûr a bajaroka Erbet a Silêmaniyê karê lêgerîn û vekolandina cihên dîrokî dike ku dîroka wê digihî serdema Aşûriyan.

Di lêgerînê de ji derveyî dîtina çend goran, agirdank jî hatiye dîtin ku ji bo çêkirina xwarinê hatiye bikaranîn. Herwiha tevahiya wan hestiyên ku hatine dîtin, têxin pûşêtên taybet de û li mûzexaneya Silêmaniyê diparêzin. Piştre ji bo lêkolînê bişînin derveyî welat. Ji bo ku bizanin ka ev kesane ji yek malbatê ne yan jî cudane û zayenda wan bizanibin.

Gor û cihên dîrokî dibe ku bajarekî yê nîştecihbûnê be ku bi şêwekî endazyariya xweşik û xaka sor hatine çêkirin.

Rêveberê Rêveberiya Şûnwariya Silêmaniyê Samî Cemîl li ser mijarê ji Rojnews'ê re axivî û got;"Li sê cihan vekolîn û lêgerînê destpêkirye. Di cihê yekem de, gorekî biçûk me dît ku rûxaneye. Di cihê duyemîn, me gorek din dîtiye ku dîroka wê heta serdama Aşûriyan berî zanînê 700 heta hezar salan diçe.  Di nava gorê de bi awayê çîn li ser 7 mirî hebûn. Her wiha li cihê sêyemîn de bi dîtina kanalekî avê re mijûl in ku li vir çavkaniya jiyanê bû. Di gorên hatine dîtin de 7 mirî hatine dîtin.Dibe ku gor ên hikûmdarên li vê herêmê jiyan bin."

Herwiha Dr. Şîn Îçî Nîşyama ku li Zanîngeha Çûbû mamostatiyê dike got;"Karê  ku li vir tê kirin, karê hevşbeş ê Zanîngeha Lubnanî û Zanîngeha Çûbû û Rêveberiya Şûnwarî ya Silêmaniyê ye. Heta niha li vir çend gor hatine dîtin ku di van de çend kes bi komî hatine veşartin."

undefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefined

(ab)