1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şengalê meşa jinên Êzidî: Bila qirkirin û statu bên naskirin!
Li Şengalê meşa jinên Êzidî: Bila qirkirin û statu bên naskirin!,li,şengalê,meşa,jinên,êzidî,bila,qirkirin,û,statu,bên,naskirin

Li Şengalê meşa jinên Êzidî: Bila qirkirin û statu bên naskirin!

Bi nêzîkbûna salvegera êrişên qirkirinê yên 3'ê Tebaxa 2014'an ên li Şengalê re, jinên Êzidî meşek li dar xistin. Di meşê de hate xwestin ku qirkirin û statuya xweser bên naskirin

A+ A-

Bi sedan jinên ku li Sûka Kevin a Şengalê li hev civiyan, wêneyên ji êrişên qirkirinê hildan û ji bo temsîla jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin û mîna koleyan nêzî wan bûn, komek ji jinan kincên reş li xwe kirin, destên xwe bi zincîrê girê dan.

Di meşê de dirûşmên "Em xweseriyê dixwazin", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bimire xiyanet", "Berxwedan û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire" hatin qîrîn.

Jin ber bi lofên Şengalê ve meşiyan ku ev der weke cihê destpêkirina êrişên qirkirinê tê naskirin. Jinan bang li civaka navneteweyî kirin ku Qirkirina Êzidiyan û statuya xweser a Şengalê nas bike.

Endama Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Fehîme Silêman got, "3'ê Tebaxa 2014'an bi sedan, bi hezaran jin li vê rêyê kirin kole û dan meşandin."

Fehîme Silêman got, "Em jî dixwazin meşa qirkirinê ya ji vê kolanê dest pê kir, îro veguherînin meşa azadiyê."

Fehîme Silêman bi dewamî got, "Me êşa zarokên xwe, keç û hevserên xwe dît. Ji bo êşên nû nebînin em dixwazin xwe bi rê ve bibin. Ji bo xweparastinê me asayîşa xwe ava kir, hêza xwe ya leşkerî, rêxistiniya xwe ya jinê ava kir." Fehîme Silêman ji bo naskirina statuya xweser bang kir.

Endama TAJÊ spasiya her kesî kir ên ku di dema êrişên DAÎŞ'ê de destê xwe yê alîkariyê dirêjî Şengalê kir û got, "Em deyndarê gelê xwe ne ku hembêza xwe li me vekir û alîkarî da me."

Di dema meşê de her wiha jinên ku çarşefa reş li xwe kiribûn, zincîr bi xwe ve girê da bûn, weke sembolîk zincîr qetandin û çarşefa reş şewitandin.